Ji Amerîkayê bo HSDê: Têkiliya xwe û PKKê qut bikin!..

Ji Amerîkayê bo HSDê: Têkiliya xwe û PKKê qut bikin!..

PeyamaKurd - Nêzîkbûna navbera Tirkiye û rejîma Esed, li herêmê zemîna geşedanên ku hevsengiyê biguherînin amade dike.

Li gorî malpera El Meyadîn a navenda wê Lubnan e, ji bo ku pêşî li operasyona bejahî ya Tirkiyeyê bigirin, Amerîka û Rûsyayê tevgera xwe ya leşkerî zêde kirine û hat îdiakirin ku trafîka hevdîtinan jî zêde bûye.

Di demeke ku hevdîtinên Enqere û Şamê di rojevê de ye, Rûsa û Amerîka jî vê rewşê ji nêzîk ve dişopînin.

Tê çaverêkirin ku di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyeyê de, gera duyem a civînên sêalî di demeke kin de were lidarxistin ku Şam di hevdîtinan de wekî şert dixwaze Tirkiye leşkerên xwe ji herêmên bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) vekişîne.

Beriya niha jî Rûsyayê ji bo Tirkiye operasyoneke bejahî li nav Sûriyeyê li dar nexe, hewl dabû Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bike ku ji herêma Til Rifetê vekişin.

Li gorî El Meyadînê, di demên dawî de hêzên Rûsya û Amerîkayê li herêmên kontrola HSDê çalakiyên xwe zêde kirine. Hatiye diyarkirin ku ji bo rê li ber operasyona bejahî ya Tirkiyeyê bigirin, di çarçoveya hevdîtinên berdewam de, herdu welatan jî hêzên nû veguhestine herêmê.

Ji Amerîkayê bo HSDê: Têkiliya xwe û PKKê qut bikin

Hevdîtinên rayedarên Amerîkî yên demên dawî ku bi hêzên Kurd re û kesayetên Rojava re dicivin, balê dikişîne.

Di hevdîtinan de, tê gotin ku Amerîka ji HSDê daxwaz kiriye, têkiliya xwe û PKKê qut bikin.

Tê îdiakirin ku Amerîka dixwaze HSD ji herêmên nêzî sînorên Tirkiyeyê yên Hesekê û Dêrazorê vekişe û dahata petrolê jî bi xelkê Ereb ê herêmê re dabeş bike.

Li gorî El Meyadînê, Rûsya li herêmê ji bo pêşî li pevçûnên ligel hêzên Tirk bigire, di çarçoveya piştgiriya rejîma Sûriyê de çalakî û hevdîtinên xwe didomîne.

Herwiha tê çaverêkirin şandeke Rêveberiya Xweser jî ji bo hevdîtinan ligel rejîma Esed pêk bîne, serdana Şamê bike.


Werger û sererastkirina Kurdî – PeyamaKurd