Jeopolîtîk wê di dahatûya Tirkiyê de çi guherînê çêbike?

Jeopolîtîk wê di dahatûya Tirkiyê de çi guherînê çêbike?

PeyamaKurd Navenda lêkolîn û analîzên ramyarî Chatham House ku navenda wê li Brîtanyayê ye, derbarê kabîneya nû ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de, anazîlek belav kir.

Di analîza ku ji aliyê Lêkolînerê beşa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Chatham Housê, Galip Dalay ve hatiye nivîsandin de, wezîrên girîng ên kabîneya nû ya Erdogan hatine nirxandin.

Di analîzê de tê gotin; “Cudabûnên kabîneya nû nîşan dide ku hewl tê dayîn nakokî û neliheviyên li qada navnetewî bi awayekî hosteyî werin birêvebirin.”

Çend têbiniyên girîng ên analîza li ser kabîneya nû ya Erdogan wiha ne:

Wê jeopolîtîk girêdayî, pêwendiyên Tirkiye yên bi welatên Rojavayî re be ku dê bandora wê jî bi hevkiriya li herêmên hevbeş yan jî bi hevkariya wan diyar bibe.

Kabîneya nû ya Erdogan a ku piştî ji nû ve wekî serokomar hate hilbijartin eşkere kiriye, hem li nav Tirkiyê hem jî li derve wekî kabîneyeke baş hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê nû Hakan Fîdan, aktorê sereke yê îstixbarat û ekosîstema polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û şefê îstixbaratê yê jeopolîtîka welat e.

Wezîrê Darayî yê nû Mehmet Şîmşek dostê bazarên aboriya cîhanê ye û ekonomîstê berê yê Merrill Lynch e.

Herdu du kesayetên rêzdar û xwedî ezmûn in ku li qada navnetewî bi hemkarên xwe re di nav pêwendiyeke nêzîk de ne.

Herwiha Cevdet Yilmazê bûye cîgirê serokomar jî xwedî ezmûneke aborînasiyê ye.

Di navbera polîtîkaya derve û aborî de girêdaneke nêzîk heye

Di analîzê de hatiye gotin ku tê pêşbînîkirin bi vê kabîneya nû re êdî çarçoveya polîtîkaya aborî ya hikûmeta Tirkiyê diyar bibe.

Sînyala ku bi tayînkirina van navan re, wê girêdaneke nêzîk di navbera polîtîkaya derve û aboriyê de hebe. Di nav 10 salên dawî de; mijarên jeopolîtîk, ewlekarî û siyasî polîtîkaya derve ya Tirkiyê jî diyar dikirin, lê êdî bi vê kabîneya nû re dê çarçoveya polîtîkaya derve û aboriyê hîn diyartir bibe.

Ji bo jeopolîtîkê pêwîstî bi başkirina aboriyê heye

Gelek welatên li Rojhilata Navîn hewl didin, jeopolîtîka xwe û pêdiviyên aborî nêzîkî hev bikin. Ev ji bo Tirkiyeya ku rûbirûyî paşketineke cidî ya aborî ye, rewşeke lezgîn e.

Muhtemel e ku wê Enqere ji bo ji heqî tengaviyên aborî derkeve, dest bi misyona peydekirina pereyan bike: Dibe ku welatên Kendavê, Rûsya û Çîn bê bedel pere pêşkeş bikin, yan jî berê xwe bide welatên Rojava ku dê ew jî girêdayî gelek mercan pêk were.

Kabîneya nû nîşaneya bi hosteyî birêvebirina nakokiyan e!

Erkdarkirina vê kabîneyê hem ne alîgirê welatên Rojava hem jî ne dûrî wan e. Di demeke ku Tirkiye hewl dide di siyaseta derve û ewlekariyê de xweseriya xwe nîşan bide de, teqez ev nayê wateya dijatiya Rojava. Berevajî wê cudahiyên kabîneya nû, nîşaneya bi hosteyî birêvebirina nakokiyan e.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd