'Hemleya Amerîka ji bo HSDê wek jest, ji bo Enqerê jî wek peyamekê tê şîrovekirin'

'Hemleya Amerîka ji bo HSDê wek jest, ji bo Enqerê jî wek peyamekê tê şîrovekirin'

PeyamaKurd - Piştî tevgera Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, hebûna xwe û çalakiyên xwe yên li herêmê zêde kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ku Tirkiye binesaziya wê jî dike hedef ji xwe re, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, piştevaniya xwe ya leşkerî jî zêde kir û piştgirî da operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên li dijî DAIŞê hatin lidarxistin.

Hêzên Hevpeymaniyê piştî ku terka herêmê dabûn bi sê salan careke din vegeriyan Reqayê û Nûnerê Amerîka yê Rojava Nicolas Gragner, di meha Cotmeha 2022yan de serdana herêmê kiribû.

“Hevpeymanî li Reqayê baregehê ava dike”

Li gorî rapor û îdiayên ku hîn nehatine piştrastkirin, Hevpeymanîya Navdewletî plana avakirina baregeheke leşkerî li bajarê Reqayê xistiye rojeva xwe.

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di çend mehên borî de li herêmê tetbîqatên leşkerî yên bi çekên balafirsiwar û AC-130J Ghostrider pêk anîn.

Di meha Mijdara borî de, hevpeymaniyê sewqiyatên leşkerî yên tê de alavên leşkerî û lojîstîkî hebûn û ji 20 TIRan pêk dihat, veguhest baregeha leşkerî ya li bajaroka Şedadî ya parêzgeha Hesekê.

Serdanên siyasî bo Rojavayê Kurdistanê…

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 11ê Kanûna 2022yan eşkere kir ku bi helîkopterekê operasyonek li rojhilatê Sûriyê hatiye kirin û di encamê de du milîsên DAIŞê hatine kuştin.

CENTCOMê ragihand ku di meha Kanûnê de, 6 operasyonên hevbeş ligel HSDê hatine kirin û di encama operasyonan de, 5 milîsên DAIŞê yên plana êrîşê bo Kampa Holê û navendên binçavkirinê dikirin hatine desteserkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, 20ê Kanûna 2022yan li Hesekê pêşwazî li Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Hevpeymaniya Navdewletî Matthew W. McFarlane û Serokê YNKê Bafil Talebanî kir.

Heman rojê CENTCOMê di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir ku li rojhilatê Sûriyê 3 êrîşên asmanî hatine kirin û lîderekî pilebilind ê DAIŞê bi navê el-Zubeydî jî di nav de 6 DAIŞî hatine desteserkirin.

Hevpeymaniya Navdewletî di çarçoveya operasyonên hevbeş ên ligel HSDê de, li Hesekê, Qamişlo û Dêrazorê beşdarî operasyona Brûska Cizîrê ya çoltera navbera Sûriye-Iraqê bû.

Di encama operasyona ku 26ê Kanûnê dest pê kir û 10 rojan dewam kir de, 154 DAIŞî hatin girtin û miqdareke mezin cebilxane û çek hatin desteserkirin. Hevpeymaniyê ev hewlên HSDê pîroz kir.

"Ji bo HSDê wekî jest ji bo Enqereyê jî wekî peyamekê tê şîrovekirin”

Çavdêrên siyasî di wê bawerîyê de ne ku ev hemleyên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo têkdana DAIŞê, li hember gefên Tirkiyeyê ji bo HSDê têne maneya jestekê. Lê belê heman çavdêr dibêjin, ev hemleyên hevpeymanîyê ji bo Enqereyê jî peyam in.

Xaleke din a balkêş jî ew e ku zêdebûna operasyonên dijî DAIŞê, tam jî di wê dema ku di dawiya 2022yan de nêzîkbûna Enqere û Şamê li Moskowê pêk hat de ye.

4ê Çileyê 2023yan Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku niha ‘ne dema normalkirina pêwendiyên ligel Sûriyeyê’ ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got:  “Em piştevaniyê nadin başkirina pêwendiyan yan jî ji nû ve vegerandina îtibarê bo dîktator Esed.”