Hêzên Kurd û Tirkiye! Wê Esed çi pêşniyarê li Tirkiyeyê bike?

Hêzên Kurd û Tirkiye! Wê Esed çi pêşniyarê li Tirkiyeyê bike?

PeyamaKurd - Televizyona El Hurra ya Iraqê, nexşeya temasê ya Erdogan xêz kir û nivîseke bi sernavê; ‘Wê Esed çi pêşniyarê li Tirkiyeyê bike?’ weşand.

Di nivîsê de, tê gotin ku li şûna nûçeyên operasyona bejahî ya muhtemel li ser Rojavayê Kurdistanê, nûçeyên hevdîtina muhtemel a Enqere û Şamê derketine pêş û ev biryara Tirkiyê ya lihevkirinê jî ne tiştekî nû ye.

Ji pêşniyara lutkeya sêqolî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re ji aliyê Rûsyayê ve bersiveke bilez hat. Moskowayê ji bo hevdîtina lîderên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê kêfxweşiya xwe anî ziman, lê hîn ji hêla Esed ve şîroveyek nehatiye kirin.

Hatiye nivîsîn ku di nexşerêya Erdogan de; hevdîtinên destpêkê bi wezîrên berevaniyê û wezîrên derve re wê bêne kirin.Li gorî El Hurrayê ev ji bo van hevdîtinan Moskowê bi mehan beriya niha dest bi xebatan kiriye û bi awayekî fermî ji devê rayedarên Rûsî daxwazên navbeynkariyê hatine kirin.

Armancên bingehîn ên Tirkiyê: Wê Esed çi pêşniyar bike?

Hatiye bibîrxistin ku rejîma Esed hîn jî di pozîsyoneke dervehiştina civaka navdewletî de ye û tevahiya Sûriyê jî ne di kontrola wê de ye. Di raporê de hatiye gotin, Tirkiyeyê hedefên wekî; ‘têkoşîna dijî terorê’, ‘vegerandina penaxwazan bi awayekî ewle’ û ji bo çareseriyeke siyasî ya şerê Sûriyê yê 15ê Adara 2011an dest pê kiriye dane berxwe.

El Hurrayê bibîr xistiye ku niha Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê gelek deveran kontrol dike û piştgiriya komên opozîsyonê yên dijî Esed têkoşînê didin dike û pirsa ‘Wê Esed çi pêşniyar bike?’ tê pirsîn.

Tevî pêngava Moskowê jî weşana navborî bibîr dixe ku proseya normalbûna wê qet hêsan nebe û cî dide nêrînên analîstê Rûsî Anton Mardasov.

Mardasovê ji Enstîtuya Rojhilata Navînr a navanda wê li Moskowê ye, dibêje; mijara sereke ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bê axaftin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye. Herwiha tê diyarkirin ku hêzên Kurd piştî ragihandina operasyona bejahî ya muhtemel ji aliyê Tirkiyê ve, dîyaloga xwe bi Rûs û Amerîkiyan re zêdetir kirine.

Ji Amerîkayê ev mehek e rojane bangên aramî û parastina îstiqrara herêmê li Tirkiyeyê têne kirin. Li aliyê din Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî bi Fermandarê Sûriyê yê Artêşa Rûsyayê Aleksandr Çayko re li Hesekê hevdîtineke nepenî kir.

Kremlîn pêşwazîyê li planên nû dike

Pisporê rûsî diyar dike ku heta niha derbarê nêzîkbûna Enqere û Şamê de, di bazariyan de nêzîkatiye kûr derketiye holê. Mardasoz bibîr dixe ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di daxuyaniyên xwe yên dawî de, pêwîstiya derketina artêşa Tirkiyê ji nav Sûriyê tîne ziman û pozîsyona xwe ya berê dubare dike.

Analîstê Rûs Mardasov dibêje, Moskowayê ji bo betalkirina operasyona bejahî pêşniyareke nû ya leşkerî pêşkeşî Enqereyê kiriye ku planên nû ji aliyê Kremlînê ve bi erênî têne pêşwazîkirin.

Mardasov li ser mijarê destnîşan dike: “Lewra ev dê ji bo Rûsyaya ku bala wê çûye ser şerê Ukraynayê bihayekî din derxe holê û dîyaloga ligel hêzên Kurd jî tevlîhev bike.


Werger û Sererastkirina Kurdî - PeyamaKurd