Gelo pêkan e Amerîka ji Iraqê vekişe? Wê encamên wê çi bin?

Gelo pêkan e Amerîka ji Iraqê vekişe? Wê encamên wê çi bin?

PeyamaKurd – Desteya Bilind a berpirsên Amerîka û Iraqê pêk tê, danûstandinên bo nexşeya vekişîna Amerîkayê dane destpêkirin. Tê çaverêkirin ku dîyaloga bo hûrgiliyên vekişîna ji Iraqê ya hêzên Amerîkî ligel Bexdayê li nêzîk werin gotûbêjkirin.

Li ser mijara egera vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê di Independent Arabia de analîzek hate weşandin ku tê de behsa destpêkirina hevdîtinên proseya vekişînê û bandorên wê tê kirin.

Ji Amerikayê peyama amadebûna bo hevdîtinan

Balyoza Amerîka ya Iraqê Alîna Romanowskî çend roj berê, di nameya ku ji Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên re şandiye de, amadebûna Amerîkayê bo hevdîtinan eşekere kir. Herwiha bi vê peyamê jî Amerîkayê pêşmercên xwe rakirin ku ji wan ya herî girîng jî rawestandina êrişên komên çekdarên neyasayî yên Iraqê bû.

Li ser vê peyamê Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihand ku ew peyama Amerîkayê bi girîngî dinirxînin û dê Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanê, mijarê bi hûrgilî raçav bike. Tê çaverêkirin hevdîtinên herdu aliyan çend mehan heta hîn dirêjtir jî dom bikin û encamên wê jî niha nayên texmînkirin. Lê li gorî dixuyê, wê Amerîka di demeke nêzîk de hêzên xwe venekişine.

Ev pêngava Amerîkayê jî piştî zêdebûna êrîşên komên çekdarên Îran piştevaniya wan dike pêk hat.

Dibe ku hevdîtinên Iraq-Amerîkayê dirêj dom bikin

Li gorî çavdêrên siyasî, dibe gotûbêj dirêj dom bikin û Washington vekişîna bilez ji Iraqê nafikire.

Dîrektorê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Iraqê Gazî Feysel di wê nêrînê de ye ku, “Wê Amerîka ji bo başkirina têkiliyan gotûbêjan pêk bîne, lê wê niha li ser vekişînê gotûbêjan neke”.

Feysel di dewamê de dibêje;

Niha mijara tê nîqaşkirin, ne meseleya vekişîna hêzên Amerîkayê ye, ji wêdetir, pêwendiya navbera Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ye ku ew bi awayekî pisporî were sererastkirin. Herwiha peymana çarçoveye ya stratejîk di navbera Amerîka û Iraqe de jî dewam dike. Ev peymana girîng a şirikatiyê jî di gelek warên cuda de, pêwendiyên Bexda û Washingtonê kordîne dike û kûrtir dike û dibe ku Amerîka di vî warî de piştgiriyê bide Iraqê.”

Vekişîna bilez naye fîkirîn

Pisporê Zanista Siyasetê Îsam el Feylî jî dide xuyakirin ku wê vekişina Amerîkayê ne bilez be û dibêje: "Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraq û Sûriyê, dibe ku çalakiyên rêxistinên terorê dest pê bikin. Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê piştrast dike ku misyona Hevpeymaniya Navdewletî gihîştiye qonaxeke din. Lê ev nayê wateya vekişîna şêwirmendên leşkerî. Bi taybetî jî hikûmeta Iraqê vê yekê diselimîne ku ev destpêka serdemeke nû ya pêwendiyên Amerîka û Iraqê ye.”

Kovara Foreign Policy a Amerîkî hefteya borî di nûçeyeke xwe de dabû zanîn ku Amerîka li Rojhilata Navîn bêbiryar maye û îdia kiribû ku dê Amerîka ji Iraq û Sûriyeyê vekişe.

Vekişîna Amerîkayê wê rêxistinên terorê bixe tevgerê

El Feylî ve mijarê wiha şîrove dike: "Mijuliya Rûsyayê ya bi Ukraynayê re û vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, wê bihêle ku rêxistinên terorê hêzê bistînin û bikevin tevgerê. Wê ev jî rewşeke hesas a ewlekariyê derxe holê. Wê ev mijar bandorê li Iraqê jî bike û loma jî wê ev mijar hemû di danûstandinên Bexda-Washingtonê de cî ji xwe re bibînin.“

Ger hikûmeta Iraqê wekî niha pêwendiya hevpeymanîbûnê bi Amerîkayê re bidomîne, wê hebûna komên çekdar bibe sedema rakêşiya navxweyî li Iraqê. Vekişîna Amerîkayê ya di nav çend mehan de, tenê wek fantazîyekê ye.

Ji bo Amerîkayê vekişîn ne mimkun e

Rojnamevan Alî Bider dibêje, di vê serdemê de vekişîna Amerîkayê ji Iraq û Sûriyê ne mimkun e. Bider diyar dike, “Niha li gorî daxwaziyên komên çekdar ne mimkun e, vekişîn pêk were. Berevajî vê jî, ev ê ne tenê di asta Iraqê de, di asta herêmê de di çarçoveya hemûna Amerîkayê de li herêmê, têkçûnek be. Wê ji hêla komên çekdar ve jî wekî serkeftinekê bê nirxandin.”

Herî dawî jî Bider bibîr dixe; “Ji bo vekişîna sala 2011an di 2008an de lihevkirin çêbû. Ger bê xwestin, divê beriya vekişînê bi salan danûstandinên wê bêne kirin. Vekişîna Amerîkayê dibe ku rewşa ewlehiyê aloz bike û bibe sedema kaosê. Loma jî heta rewşa herêmê aram nebe divê ev mijar neyê rojevê.

Amerîka hebûna xwe ya li Iraqê bi awayekî stratejîk dinirxîne û ji ber vê jî di vê serdemê de vekişîna wê ne pêkan e.