Gelo Esad bi zimanekî nazik ji nêzîkbûna ligel Erdogan direve!

Gelo Esad bi zimanekî nazik ji nêzîkbûna ligel Erdogan direve!

PeyamaKurd - Di medyayê de gelek spekulasyonên li ser nêzîkbûna hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê belav bûn. Îdiayê ku rayedarên rûsî hewl didin hevdîtineke rûbirû ya Erdogan û Beşar Esed pêk bînin hatin rojevê.

Lê belê di demeke nêzîk de, ez pêşbînî nakim ku Erdoganê madtirş û Esedê dibişire li Moskowê wêneyekî destê hev girtine bidin.

“Esed û Erdogan tenê di mijara Kurdan de hevnêrîn in’

Erdogan û Esed tenê di mijara Kurdan de hevnêrîn in: Herdu jî xweseriyeke rastîn a li herêmên Kurdî yên Sûriyeyê red dikin.

Di meha Mijdarê de, di civîna Astana ya derbarê Sûriyê de, Tirkan bi hevpeymanên Esed Îran û Rûsyayê re ji bo hin herêman li ser hin mijaran cardin li hev kirin.

Peyama lihevkirinê jî li ser mijara Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya rêveberiya xweser a Kurdan kontrol dike bû.

HSDê ji bo astengkirina êrîşeke berfireh a Tirkiyeyê, ji aliyekî ve bi Amerîka re li aliyê din jî bi Sûriye û Rûsyayê re di danîna hevsengiyê de bi ser ket. Rûsya û Sûriye red dikin ku bi HSDê re şer bê kirin.

Herwiha ji sala 2023yan pir kêm maye. Her çiqas vegerandina peymana 1998an (Peymana Enqere) mimkun be jî wê ev nêzîkbûnê di navbera Tirkiye-Sûriyê de pêk neyîne. Herdu alî jî xwedî gilî û gazinên kûr in li gorî 25 sal berê.

Enqere jê bi guman e ku rejîma Sûriyê bikare tevahiya Bakurê Sûriyê bixe kontrola xwe. Lewra rejîma Sûriyê heta Derayê jî nikare kontrol bike. Gelo wê çawa Qamişlo ya 400 mîl dûrî Şamê kontrolbike?

Hevdîtinên Tirkiye û Sûriyê

Ligel vê jî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo asayîkirina pêwendiyan 8ê Mijdarê ragihandibû ku mercê wan; ji nû ve destpêkirina danûstandinên siyasî bi aliyê opozîsyonê re û vegerandina penaberan e. Di meha Îlona borî de Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan bi hemkarê xwe yê Sûriyê Alî Memluk re civiya.

Fîdan du rojan li Şamê ma. Ev serdaneke dirêj bû. Lê li gorî daxuyaniyên Tirkiyeyê di hevdîtinan de ti pêşketineke mezin nehatiye bidestxistin.

Şam vegera penaberan bi kêfxweşî pêşwazî dike, lê hemû penaberan jî naxwaze. Çimkî wê ew ‘Li ku derê bijîn? Çawa kar bibînin? Xwarinê çawa peyda bikin? Wê çawa bawerî bi hemûyan bê?’ cihê pirsê ne.

Wê Şam li ser vê mijarê garantiyê nede Fîdan, Çavuşoglu û Erdogan. Wê herêmên ewle li Sûriyê qebûl neke û Esed jî dixwaze leşkerên Tirk ji welatê wî derkevin.

Pirsgirêka penaberan mezin e, lê pirsên hîn mezintir jî hene:

Gelo ji bo ewlehiya wan Sûriyên ji cih û warên xwe bûne û li nêzîkî sînorên Tirkiyê ne, wê çi bê kirin?

Wê Tirkiye çi bi wan serhildêrên Sûriyeyî yên piştevaniya dike bike? Wê ew biçin ku derê?

Ne mimkun e ku hemû şervanên opozîsyonê bo hêzên ewlekariya Sûriyê bên radestkirin. Tirkiye jî dixwaze piştî terkandina komên milîs xwe dûrî pevçûnan bike.

Di meha Tebaxê de Çavuşoglu got ku pêwîste opozîsyona Sûriye û Esed li hev bikin. Di meha Mijdarê de jî got ku di asta îstixbarî de hevdîtin têne kirin û ew hewl didin bi pêşveçûna hevdîtinan re derbasî hevdîtinên ‘asta siyasî’ bibin.

Kurê Esad jî wekî bavê xwe fêrî sebrê bûye û niha temaşe dike!

Bavê Esed, Hafiz bi sebra xwe dihat naskirin û kurê wî jî fêrî vê bûye. Li gorî nûçeyên medyayî, qet eceleya Esed ê dostê berê yê Erdogan nîne ku ligel wî hevdîtinê bike û piştevaniya siyasî bidiyê.

Hikûmeta Esed di şerê navxwe de ti caran tawîzên siyasî nedan. Li şûna vê jî li benda opozîsyona Tirkiyeyê ku ji bo polîtîkayên bihêz ên Sûriyê pêngavan bavêjin û vê temaşe dike.

Partiyên opozîsyona Tirkiyê, banga bilez destpêkirina pêwendiyên siyasî ligel Şamê dikin. Esed muhtemel e, heger opozîsyona Tirkiyê hilbijartinên Hezîrana bê qezenc bike, pêşbînî dike ku wê opozîsyon piştevaniyê nede komên milîs.

Heta heyama hilbijartinan jî hêvî dike ku ligel HSDê hin hemleyên avantajê bi dest bixe, bike.

Ji ber vê jî Esed, bi nazikî vexwendina Pûtîn a bo dayîna wêneyê ligel Erdogan red dike. Ji bîr nekin ku carna lîderên welatên lawaz jî dikarin bibêjin, ‘na spas dikim’.


Robet Ford | Şerqul Ewset – Îngilîzî

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd