FP: Amerîka bêdeng e, hindik maye YNK bikeve ser xeta Îranê!

FP: Amerîka bêdeng e, hindik maye YNK bikeve ser xeta Îranê!
Temaşekirina hilweşîna Herêma Kurdistanê ji berjewendiyên Amerîka yên li ser Kurdan û Iraqê re wê felaketê bi xwe re bîne. Qedera Herêma Kurdistanê wê di xêzkirina sînorên Rojhilata Navîn de jî roleke girîng bilîze.

PeyamaKurd – Di weşana xwedî prestîj a analîzên navnetewî Foreign Policy a Amerîkî de, derbarê Başûrê Kurdistanê û nakokiyên siyasî de, analîzek berfireh hatiye belavkirin ku tê gotin, “Temaşekirina hilweşîna statuya Herêma Kurdistanê, wê ji bo kurdên Iraqê û Amerîkayê li herêmê, bibe sedema felaketê.”

‘Sedema paşmayîna Silêmaniyê paşketina siyasî ya YNKê ye’

Di analîza ku ji aliyê rêveberê destwerdana Konseya Krîzan û şêwirmendê Banka Cîhanê Ranj Alaaldin hatiye nivîsîn de, nakokiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) têne bibîrxistin û wiha tê gotin:

‘YNK, PDKê bi parvenekirina dahatan û paşmayîna bajarê Silêmaniyê ku kontrola wê dike tawanbar dike. Lê belê paşmana Silêmaniyê ji paşketina siyasî ya YNKê tê. Ji ber wê jî lawaz dimîne.”

Di nivîsê de behsa nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku serê meha borî ji Koşka Spî re şandiye û qala êrîşkariya dawî ya Iraqê tê kirin û tê diyarkirin, di nameyê de hişyarî tê kirin ku heger Amerîka destwerdanê neke dibe ku sîstema federalî di demeke ne dûr de têk biçe.

**

‘Herêma Kurdistanê şirîka kilît a Amerîka ye’

Ranj Alaaldin dide zanîn, Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka û Rojhilata Navîn xwedî rolên girîng e û di têkoşîna dijî DAIŞê û milîsan û komên terorî de, yek ji şirîka kilît e ku hem ji bo hewldanên dijî terorê yên li Iraqê hem jî yên li Sûriyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Herwiha ji bo yên ji şer û pevçûnan direvin bûye herêmeke tampon ku niha nêzî milyonek koçberan xwe lê girtiye.

Alaldin dibêje ku Amerîka niha ji ber reqabeta Çînê û şerê Ukraynayê zêde girîngiyê nade Kurdistanê, lê hilweşîna Kurdistanê, wê encamên wê yên derveyî Iraqê hebin û bibe sedema serhildan û kaosê.

***

Çend beşên girîng ên analîzê Foreign Policy:

Îranê ji nakokiyên navbera Kurdan sûde wergirt

Herêma Kurdistanê ji ber hevrikiya siyasî ya YNK û PDKê hêza wê kêm bû û vê jî hişt ku hêza bazarê ya Kurdan bi Bexdayê re lawaz bibe.

Îran û Heşda Şeibî ya di bin kontrola wê de, ligel hevpeymanên xwe ji bo nifûza xwe ya li Iraqê zêde bikin, bi YNKê re ketin tifaqê û ji nakokiyên Kurdan sûde wergirtin. Herwiha komên Îran piştevaniya wan dike, kontrola xwe ya li ser daraza Iraqê zêde kirin û rê li ber biryara Dadgeha Federal a sibata 2022yan a li ser astengkirina firotina petrola Kurdistanê vekirin.

Ji wê demê ve ye, hinardeya petrola Kurdistanê rawestiyaye û vê yekê bandorek xirab li aboriya herêmê û bazarên enerjiya gerdûnî kiriye.

***

“PDK û YNK xwedê ferasetên cuda ne”

Parçebûna navbera PDK û YNKê rêveberiya Herêma Kurdistanê ji kûr ve hejandiye û ev her çiqas wekî hevrikiya lîderên Kurd ên nifşê nû xuya bike jî ji sala 2003yan ve nakokiyên herdu partiyên siyasî nîşan dide.

PDK xwedî bi dsîplîn û rêxistinîbûna xwe ye demeke dirêj e di hilbijartinan de serkeftinê bi dest dixe. Lê YNK ji dema ava bûye ve tê de hizbîtî heye. Sala 2021ê Bafil Talebanî ji ber gendeliyê ketibû tevgerê û pismamê xwe Lahor Talebanî ji erka wî dûr xistibû.

Ji ber kêşeyan YNK li hember PDKê bi awayekî cidî nekariye bibe alternatîfek û ji bo reqîbê xwe lawaz bike jî rêya hevkariya bi komên girêdayî Îranê re li Bexdayê hilbijartiye.

 (Serokatiya YNKê tevî dorpêçên Amerîkayê jî li pişt deriyan hevdîtinên xwe yên, bi komên alîgirên Îranê yên bi moşek û dronan êrîşî Kurdistanê dikin re, berdewam dike.”

Ev rewş jî pirsgirêkên cidî di pêwendiya Amerîka û YNKê de derdixe holê.

***

“Îran dixwaze li Kurdistanê jî bikev cihê Amerîkayê”

Baregeha Amerîka ya li Hewlêrê, yek ji baregehên girîng ên Rojhilata Navîn e ku hebûna vê baregehê tê wateya berdewamkirina şirîkatiya Amerîkayê ku pêwîstî bi sîstemeke siyasî jî heye.

Tê zanîn ku Îran dixwaze rêveberiya Herêma Kurdistanê lawaz bike û dawiyê jî tune bike. Tehranê di nav bîst salên dawî de, heman wekî ku li Bexdayê kiriye li Kurdistanê jî îspat kiriye ku dixwaze cihê Amerîkayê dagire û bikeve şûna wê.

Tirkiye demên dawî bi dronan êrîşên xwe yên li keleha YNKê Silêmaniyê li ser endamên PKKê zêde kirine û vê yekê jî îstiqrara bajêr têk daye.

***

Dibe ku YNK, li ser mijara PKKê bi Tirkiyê re bazariyê bike

YNK ji ber tirsa zêdebûna pevçûnên tund nikare zorê bide PKKê ku vekişe, lê nikare êrîşên zêdetir ên Tirkiyê jî bide ber çavan. Lewra jî dikare, bi soza ku hevkariya xwe ya ligel Heşda Şeibî ya şirîka veşarî ya PKKê re bidawî bîne, bazariyê bi Tirkiyeyê re bike.

Wê ev yek bihêle ku YNK bi awayekî yekser nehêle PKK çalak bibe li herêmê. Wê hevdem bandora Îranê jî kêm bike li herêmê ku ev jî dê fikarên Tirkiyê kêm bike.

***

“Amerîka tenê tiştên li Kurdistanê diqewimin temaşevan dike”

Amerîka heta niha jî ji êrîşên Îranê û rageşiya navbera Kurdan re wekî temaşevan tevdigere û ev jî xetayeke ku Washington vê wekî meseleyeke navxwe ya Kurdan dinirxîne.

Hewlêrê hêza xwe ya ragiriyê îspat kiriye, lê sînorên vê jî hene. Ger aboriya herêmê bi temamî hilweşe, wê Îran wan neçarî teslîmbûnê bike.

Ji bo pêşiya vê bê girtin jî pêwîstî bi hemleyên Amerîkayê hene û wekî mînak; divê ji bo nakokiyên  li ser budçeyê di navbera Kurdan û Iraqê de navbeynkariyê bike.

Herwiha dikare ji bo pêşxistina aboriya Kurdistanê alîkariyê pêşkeş bike.

Qedera Kurdistanê wî di xêzkirina sînorên Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîze.

PDK ji bo veberhênana derve bikişîne Hewlêrê xwedî pêgeheke siyasî û destûrî ye, lê rezervên gazê jî li herêma kontrola YNKê ne. Dibe ku Amerîka ji bo vê ma be, PDK-YNKê teşwîqî dîyalogê bike. Çimkî çareserî di nav xwe de ye û dibe ev pêngav jî rê li ber çareseriyên mezintir veke.

‘YNK, PDKê bi parvenekirina dahatan û paşmayîna bajarê Silêmaniyê ku kontrola wê dike tawanbar dike. Lê belê paşmana Silêmaniyê ji paşketina siyasî ya YNKê tê. Ji ber wê jî lawaz dimîne.”

Temaşekirina hilweşîna Herêma Kurdistanê ji berjewendiyên Amerîka yên li ser Kurdan û Iraqê re wê felaketê bi xwe re bîne. Qedera Herêma Kurdistanê wê di xêzkirina sînorên Rojhilata Navîn de jî roleke girîng bilîze.