Forbes: Xuyaye ku erdhejê jî wekî aboriyê bandor li dengdêran nekiriye!

Forbes: Xuyaye ku erdhejê jî wekî aboriyê bandor li dengdêran nekiriye!

PeyamaKurd - Kovara Forbes a navenda wê Brîtanya ye, analîzek derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan ên Tirkiyê de weşand ku tê de, helwesta dengdêrên Tirkiyeyê tê nirxandin û tê desnîşankirin ku di rewşeke asayî de, diviyabû rewşa nebaş a aboriyê bandoreke mezin li ser dengdêran bikira lê ev yek li Tirkiyeyê berevajî ye.

Forbesê daye zanîn ku hilbijêrên AK Partiyê li gorî geşedanên aborî biryara xwe naguherînin û tevî erdhejê aboriya xirab jî bandor li ser dengên deshilatê nekiriye.

Analîza Forbesê van tespîtan li ser hilbijartinên Tirkiyeyê dike:

Hilbijartinên Tirkiyeyê berevajî nêrîna kevneşopî ya dinyayê ye

Gelek analîst digel nirxandina li ser paşketina aboriya Tirkiyeyê texmîn dikin; Erdogan pir nêzî jidestdana posta xwe bûye.

Lê belê zexmbûna zemîna hilbijêrên AKPê nîşan dide ku rewşa aborî tim nabe hokara sereke. Xuyaye ku erdhejê bandor li ser dengên deshilatdariyê nekiriye.Hilbijartinên nêz ên Tirkiyê dikare weki hilbijartinên têkiliyên hevaldoşî yên têkelbûna dewleta serdestiya mêran û kapîtalîzmê bê pênasekirin.

Sîstema heyî bandorê li komên cuda yên civakê dike, li ser helwesta wa a bo hilbijartinan tevliheviyê çêdike. Li Tirkiyê helwesta dengdêran; li ser nasnameya herêmî, baweriya olî û dilsoziya siyasî xwe dide der. Dema ev dînamîk bi hurbînî bên lêkolînkirin, diyar bibe bê deshilatdarî digel hemû zehmetiyan jî çawa zemîna hilbijêran diparêze.

Tirkiye hem bi krîza aborî re hem jî bi zehmetiyên dijwar ên piştî erdhejê re têdikoşe. Ketina nirxê lîreyê tirk û bilindbûna bilez a enflasyonê, nîşaneya rojên bi jimar ên deshilata Erdogan bûn.

Dema felaketa erdhêjê di 6ê Sibatê de rû da, xuya dikir ku ji ber kêmasiyên hikûmetê nêrînên dijî partiya deshilatdar zêde bûne. Lê belê tevî van zehmetiyan jî lêkolînên ser raya giştî ti guherîneke girîng di helwesta dengdêran de dernexistin holê.

Li Tirkiyê dengdêr çawa biryarê didin?

Paşveçûna aboriyê hişt ku deshilatdarî bi awayekî berçav dengan ji dest bide. Tifaqa deshilatdar di hilbijartinên herêmî yên 2019an de kontrola gelek bajarên mezin ji dest da. Lê kêmbûna qismî ya dengan dîsa jî bi qasî cidîyeta krîza aborî bandor nekir.

6ê Sibatê ji ber erdhejê rûbirûyî zehmetiyeke nû bû. Ligel hejmara zêde ya mirinan, felaketê li dilê aboriya xirab a Tirkiyeyê jî xist û krîz hîn kûrtir kir.

Banka Cîhanê texmîn dike ku wê windahiyên ji ber erdhejê bihîje heta 34,2 milyar dolaran.

Di vê dema ku Tirkiye felaketê hêdî hêdî li pişt xwe dihêle de, dihat pêşbînîkirin ku ji birêvebirina xirab a krîzê bandoreke zêde li ser sindoqên hilbijartinê bike. Lê lêkolînên raya giştî ti guherîneke girîng dernexustin holê.

Ev rewş vê pirsê tîne rojevê:

Gelo çima paşketina aboriyê û kêmasiyên hikûmetê yên di rûbirûbûna erdhejê de, bandoreke mezin li ser biryara dengdêran nekir?

Bandora aboriyê li ser biryar û helwesta hilbijêrên Tirk sînordar e. Li ser siyaseta Tirk nasnameya herêmî, baweriya olî û dilsoziya siyasî xwedî roleke girîng e.

Nasnameyên etnîkî û olî, girêdanên civakî yên herêmî û karîzmeya kesayetan bandorê li ser biryara dengdêran dike. Li Tirkiyê diyardeya tekane li ser encamên hilbijartinê, ne rewşa aborî ye. Texmînkirina encamên hilbijartinên nêzîk ên Tirkiyê, ji bo têgihîştina hokarên tevlîhev ên hilbijêrên tirk gelekî girîng e.

“Li Tirkiyeyê dewlet wek belavkara jêdera yekem tê dîtin”

Li Tirkiyê dewlet li gorî rewşa cografî û pêgaha herêman, wek jêdera yekem a belavkirina aborîyê û sûdan e, ji bo nêrînên diyar ên siyasî û hin beşên civakê û rola hakemiyê dilîze. Nêzîkatiya hikûmeta heyî ya bo aboriyê, têkela  dewleta kapîtalîzma hevaldoşî ye.

Sekeftina kasazî girêdayî têkilîyên siyasî û aborî yên elîtan e ku torên petrontiyê nîlaneya karaktera dewletê ye.

Di rewşeke wiha de, her çiqas zirar li ser aboriya giştî çpbibe jî yên nêzîkî rejîmê dîsa jî bi ser dikevin. Qebûlkirina qederê ji aliyê gelê muhafezekar ê tirk ve, ji hikûmetê re jî dibe alîkar. Baweriya qederê di îslamê de, yek ji esasê bingehîn ê îmanê ye.

“Hilbijartinên Tirkiyeyê berevajî nêrîna kevneşopî ne”

Ji ber rewşa aborî ne hokara sereke ya serkeftina hilbijartinan e, dibe ku namzedê serokomariyê yê opozîsyonê Kemal Kilicdaroglu, ji wê sedemê di kampayaya xwe de zêdetir girîngiyê dide demokrasî û piranîbûnê. 

Wekî encam; hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan, berevajî nêrîna kevneşopî dîmeneke tevlîhev dide ber dinyayê.

Her çiqas aborî hokareke girîng be jî li Tirkiyê tekane diyardeya helwesta hilbijêran ne aborî ye. Ji girêdanên nasnameyên herêmî û baweriya olî bigirin heta gelek faktorên cuda yên tevlîhev wê bandorê li ser encamên hilbijartinan bikin.

Bu karmaşıklığı anlamak, Türk siyasetinin gelecekteki yörüngesini tahmin etmek için de esas olarak görülebilir.

Texmînkirina encamên hilbijartinên nêzîk ên Tirkiyê, ji bo têgihîştina hokarên tevlîhev ên hilbijêrên tirk û siyaseta Tirkiyê gelekî girîng e.


Werger - Sererastkirin : PeyamaKurd