Financial Times: Destûra Îran û Rûsyayê ji bo operasyona bejahî nîne!

Financial Times: Destûra Îran û Rûsyayê ji bo operasyona bejahî nîne!

PeyamaKurd - Êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyeyê (TSK) li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di medya cîhanê de karvedaneke mezin bi xwe re anî û cihekî fireh danê.

Kordînatorê Koşka Spî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, piştî êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê anî ziman ku Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) ji bo rewşa zehmet a li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hîn bêîstiqrartir nebe, ‘garantî ji Tirkiyeyê’ xwestiye.

Rojnameya Amerîkî Financial Times di nûçeya xwe ya bi sernavê, "Piştî êrîşa Stenbolê, jetên Tirk li şervanên Kurd xist” de dibêje; “Êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê dane destpêkirin û şervanên Kurd dikin armanc, xwedî xeteriya bilindbûna tansîyonê ne li herêmê.”

“Dibe ku berî hilbijartinê piştevaniya Erdogan zêde bike”

Rojnameyê bal kişandiye ser ku di sala bê de li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî têne lidarxistin.

FTyê daye zanîn: "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji destpêka salê ve gelek caran ji bo dûrxistina hêzên Kurd ji nêzî sînoran gefên operasyoneke nû dixwar. Operasyoneke nû û mezin a ser Sûriyeyê dibe ku beriya hilbijartinên sala bê, piştevaniya dengên netewperest ên Tirk bo Erdogan zêde bike.”

Lê belê rojnameyê diyar kiriye ku Erdogan ji bo operasyona bejahî glopa kesk ji, “Serokê Sûriyê Beşar Esad û piştevanên wî Rûsya û Îranê wernegertiye”.

McGurk: Me ji Tirkiyeyê garantî xwest!

Herwiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Amerîka alîkarîya çekan û perwerdeya leşkerî bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dewam dike û piştgiriyê jî nade destwerdan û operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê.

Kordînatorê Koşka Spî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, piştî operasyona asmanî ya Tirkiyeyê gotiye, “Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) ji bo rewşa zehmet a li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hîn bêîstiqrartir nebe, ‘garantî ji Tirkiyeyê’ xwestiye.”

McGurk herwiha daya xuyakirin, "Em hewl didin li herêmê îstiqrarê pêk bînin û biparêzin. Û helbet em dixwazin ji ewlehiya sînorên Tirkiyeyê jî piştrast bin.”

FTyê bibîr xistiye, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, piştî êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstiklal a Taksîma Stenbolê, ji bo Amerîkayê peyva ‘Qatil’ bikar aniye û gotiye, ew peyamên sersaxiyê yên Amerîkayê jî qebûl nakin.


Financial Times

Werger û Sererastkirin | PeyamaKurd