‘Erdogan, welatê xwe xist pozîsyona navbeynkareke jêneger!’

‘Erdogan, welatê xwe xist pozîsyona navbeynkareke jêneger!’

PeyamaKurd - Tirkiye di demeke ku ji aliyê welatên Rojavayî ve tê rexnekirin de, niha wek navbeynkareke bihêz derketiya pêşiya me. Erdogan di heyama derbasbûna dinyayê ya pir-serîbûnê de, Tirkiye wekî hêzeke girîng bicih kiriye.

Bi sekna Tirkiyê ya li hember Rûsya û Rojava re, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ne hêzeke mezin be jî di derbasbûna pir-serîbûnê ya dinyayê de, Tirkiye wek navbeynkareke girîng a jêneger bicih kiriye.

Li demeke ku biryara Tirkiyê ya astengkirina endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê di rojevê de ye, ji nû ve çalakirina peymana dexlê ya Ukraynayê ji aliyê Tirkiyê ve hat pîrozkirin.

Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ji ber vegerandina Rûsyayê li peymanê, Erdogan pîroz kirin.

“Tirkiye wek navbeynkareke bihêz derketiye pêş”

Pêngava ji nû ve zindikirina peymana hinardekirina zadê Ukraynayê ji aliyê Enqereyê ve, piştî pêşniyara Pûtîn a meha Cotmehê bo Erdogan ku gotibû, ‘Em Tirkiyeyê bikin navenda gaza sirûştî’ pêk hat. Pûtîn derbarê projeyê de gotibû ku ew Erdogan wekî şirîkekî bi ewle dibîne.

Lê belê Erdogan bi pozîsyona xwe ya bêalîbûnê re, di şerê Ukraynayê de welatê xwe bi awayekî serkeftî xist pozîsyona navbeynkariyê. Enqereyê destpêkê gelek caran ji ber destpêkirina êrîşan Rûsya şermezar kir, lê hevdem bi şandina dronên Bayraktar TB2 jî piştgiriya Ukraynayê kir.

Niha dema lê tê temaşekirin, her çiqas Tirkiye ji aliyê lîderên rojava ve ji ber gelek mijaran tê rexnekirin jî ji bo dawîkirina şer wekî navbeynkara herî bihêz a çareseriyê derketiye pêş.

Swêd-Fînlanda-NATO û Erdogan

Li aliyê din Enqereyê bi tena serê xwe ji proseya endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê re bû asteng û hin daxwaziyên ewlehî-siyasî ji wan kirin.

Di lîsteya Erdogan de, rakirina ambargoya firotina çekan û radestkirina welatiyên ku Tirkiye wan weke terorîst dibîne, cî digirin.

Hikûmetên Swêd û Fînlandayê jî sinyalên bicihanîna hin daxwazên Tirkiyê didin û Swêdê ambarbogaya firotina çekan jî rakir. Fînlandayê jî ragihandiye ku ew ê êdî teqez daxwazên radestkirina hin kesan bo Tirkiyê paşve venegerînin û red nekin.

Erdogan hevdîtina ligel Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson qebûl kir. Lê muhtemel e heta dawiya salê jî Tirkiye vetoya ser endamtiya NATO ya Swêdê raneke.

“Erdogan heta hilbijartinên 2023yan vetoyê raneke”

Li gorî pisporên siyasî Erdogan heta hilbijartinên Tirkiyê yên 2023yan vê şantaja xwe ya li ser Helsînkî û Stockholmê bernade û wê daxwazên fermî yên wan welatan bide sekinandin.

Ev vîzyona Erdogan a rast heta salên dirêj diçe ku tenê bi şerê dagirkirina Rûsya ya Ukraynayê derneketiye holê. Berevajî wê vî şerî hiştiye ku rewşeke guncaw û bi bandor ji bo polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê pêk were.

Dirêjbûna şer, bandorên wê yên piralî yên siyasî û aborî, derfetên zêrîn derxistin pêşiya dîplomasiya Tirkiyê û Erdogan jî nîşan da ku ew bi niyet e vê herî baş bikar bîne.


National Interest | Mark Episkopos

Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd