Doktorê Kurd Rêbîn Zendî di hedefa komên Şîe de ye!

Doktorê Kurd Rêbîn Zendî di hedefa komên Şîe de ye!

PeyamaKurd - Doktor û çalakvanê Kurd Rêbîn Zendî, di medyaya komên şîe yên alîgirên Îranê de, wekî kurê fermandarê Heşda Şeibî yê di êrîşa Amerîkayê de hatiye kuştin, tê nîşandan.

 Dr. Rêbîn Zendî ku bi ramanên xwe yên Kurdistanî tê naskirin û kesayetek çalak e û wêneyên wî ji aliyê komên şîe ve li ser medya civakî hatine belavkirin ku wekî hedef tê nîşandan.

Di wêneyên ku li ser Facebook û Telegramê belav bûne de, komên şîe îdia dikin ku ew kurê fermandarê Heşda Şeibî Abbas Deraci ye û di êrîşa Amerîkayê ya Enbarê de hatiye kuştin.

Li gorî îdiaya wan hesabên medya civakî yên girêdayî komên şîe, Dr. Rêbîn Zendî, di êrîşa ser Enbarê ya di bombebarana balafirên şer ên Amerîkayê de hatiye kuştin û wêneyê wî ligel wêneyekî bi cil û bergên leşkerî hatine belavkirin.

Heman koman di êrîşa ser Hewlêrê de ez wekî kuştî nîşan dabûm

Dr. Rêbîn Zendî ku li Kerkûkê karê xwe yê pîşeyî dike ji PeyamaKurd re ragihand, ew ji ber ku Kurdekî çalak e li ser medya civakî hatiye hedefgirtin û got ku beriya niha jî dema êrîşa moşekî ya Pasdarên Îranê bi ser Hewlêrê de, wan koman ew li mala Pêşrew Dîzeyî yê hatibû qetilkirin û wek ajanê Îsraîlê nîşan dane û parvekirin kirine.

Dixwazin çalakiyên min ên kurdîniyê sînordar bikin

Rêbîn Zendî di dewamê de got: “Medyayên komên şîe piştî êrîşa şeva borî ku kurê fermandarê Heşda Şeibî Abbas Deracî hate kuştin, wêneyên min belav kirin. Dema êrîşa ser Hewlêrê jî heman koman ez wekî di êrîşê de hatime kuştin, nîşan dabûn. Bi vî awayî hewl didin, çalakiyên min ên kurdîniyê sîndordar bikin û bidawî bînin.”

Rêbîn Zendî: Li ser medya civakî gef li min xwarin

Dr. Rêbîn Zendî bal kişand ser ku li ser medya civakî wan koman bi taybet jî li ser malpera Sabrîn daxwwaz jê kirine ligel wan bixebite û ji ber ku wî gotiye, ew dê ti carî di nav karên dijî Kurdistanê de cî negire jî hesabê wî li ser medya civakî asteng kirine û gef lê xwarine. Û niha jî wêneyên wî di nav nûçeyên kesên hatine kuştin de belav dikin ji ber ku ew ji nivîsên wî yên piştevaniya Herêma Kurdistanê dike aciz dibin  vê dikin.

Dr. Zendî destnîşan kir, “Lê çi dibe bila bibe, emê ji vê helwesta xwe venegerin, tawîzê nedin û çalaktiyên xwe bidomînin.”

Herwiha Dr. Zendî got ku ew ji gefên wan komên şîe natirse û wiha pê de çû: “Ev berevajî dibe sedem ku ez xebatên xwe zêdetir bihêz berdewam bikim. Gefxwarin karê tirsonekan e. Ji ber ku natirsim ezê bi ser bikevim. Ji ber ew ditirsin, ew dê winda bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşa asmanî ya balafirên Amerîkayê ya bersivdana kuştina 3 leşkerên Amerîkî li Urdinê de, li Iraq û Sûriyê binkeyên milîsên şîe yên girêdayî Îranê hatibûn hedefgirtin û li Iraqê 16 li Sûriyê jî 18 milîs hatibûn kuştin.

Dr. Rebîn Zendî kî ye?

Dr. Rebîn Zendî, bi bûrsa Koleja Royalê wekî pizîşkê neşteriya giştî, li Brîtanyayê perwerdeya xwe didomîne. Dr. Rêbîn herwiha bi xebatên nivîs û analîzên siyasî derbarê çar parçeyên Kurdistanê, Gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê de, wekî çalakvanekî sivîl kar dike.