Diyardeyên ‘serdema nû’ ya nêzîkbûna Amerîka-Tirkiyê çi ne?

Diyardeyên ‘serdema nû’ ya nêzîkbûna Amerîka-Tirkiyê çi ne?

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden di Lûtkeya NATO ya Vilniusê de piştî demeke dirêj hevdîtineke rûbirû pêkanîn û di wê civînê de mijarên nakok ên navbera Amerîka-Tirkiyê jî hatin gotûbêjkirin.

Biryara Erdogan a şandina dosyeya endamtiya NATO ya Swêdê bo Parlamentoya Tirkiyeyê bi erênî hate pêşwazîkirin ku yek ji kêşeyên girîng ên vê dawiyê di pêwendiyên Amerîka-Tirkiyeyê de derketibû holê bû.

Erdogan di hevdîtina Biden de peyamên ku dê serdemeke nû bide destpêkirin û îşaret pê da ku dê dîyaloga di asta lîderan de dewam bike. Biden jî piştî hevdîtinê di peyameke vîdyoyî de. Pesnê Erdogan da û dilxwaziya xwe ya bo xebata ligel Erdogan anî ziman.

Mijara sereke firotina F-16an e

Gelek mijarên pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê diyar dikin hene ku ya sereke niha kirîna 40 heb balafirên F-16 ji Washingtonê ye. Ev demek dirêj e Tirkiye hewl dide kîtên modernîzekirina F-16an û hejmarek jî balafiran ji Amerîkayê bikire, lê ji ber dijbertiya li Kongreya Amerîkayê ew prose nehatibû temamkirin.

Piştî ku Tirkiyeyê daxuyaniya pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê da, tê gotin ku dê mijara F-16an jî ber bi çareseriyê ve biçe û destê Biden di Kongreyê de xurt bibe. Li gorî medya Amerîkî biryar e mijara firotina F-16an li Kongreyê were gotûbêjkirin û biryarek li ser bê dayîn.

Herwiha hevdîtina Erdogan a ligel Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis jî di atmosfereke erênî de derbas bû ku tê gotin, dê ev jî bandora xwe ya erênî li ser biryara Kongreya Amerîkayê bike.

Gelo di mijara S-400an de dê pêşketinek çêbibe?

Dema ku Tirkiyeyê sîstema berevaniya asmanî S-400 ji Rûsyayê kirîn rastî bertek û dorpêçên Amerîkayê hatibû û Tirkiye ji bernameya F-35an jî hatibû derxistin. Herwiha li ser pîşesaziya berevaniya Tirkiyeyê jî dorpêç hatibûn sepandin.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, heta niha jî li ser çareserkirina mijara S-400an ti têgihîştinek çênebûye. Rêya çareseriya vê mijarê jî di têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de ye ku heta niha di wî warî de ti pêşveçûnek xuya nake.

Ji bo Amerîkayê mijara herî girîng Rojavayê Kurdistanê ye

Kêşeya herî girîng a navbera Tirkiye û Amerîkayê bêguman Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ye ku Tirkiye li dijî hevkariya Amerîka ya siyasî û leşkerî ya ligel hêzên Kurd (HSD-YPG) derdikeve û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di têkoşîna dijî DAIŞê de hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ne.

Tirkiye îdia dike ku YPG li hewl dide li Bakurê Sûriyê dewletekê ava bike û bi piştevaniya Amerîkayê jî li herêmê serwer bûye. Tirkiye dibêje, ji bo pêşîgirtina wê projeyê jî ew neçar mane ku di sala 2019an operasyonên derveyî sînoran pêk bînin.

Amerîka îdiayên Tirkiyeyê red dike

Amerîka îdiayên Tirkiyeyê yên derbarê projeya avakirina dewletekê red dike û diyar dike, piştgiriya Amerîka-HSDê taktîkî ye û mebest ji wê hevkariyê jî pêşîgirtina ji nû ve zindîbûna rêxistina DAIŞê ye.

Nayê zanîn bê di hevdîtina Erdogan-Biden de, ev mijar çiqas cî girtiye, lê Erdogan di civîna rojnamevanî ya piştî Lûtkeya NATOyê de bêyî ku navê Amerîkayê bide got, ‘Pêwendiya tewş a bi rêxistinên terorê re’ zirarê dide pêwendiyan.

Dê şirîkatiya Washingtonê ya bi HSDê re dewam bike

Herwiha balkêş bû piştî daxuyaniyên Erdogan di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de jî hate diyarkirin, ‘Dê şirîkatiya Washingtonê ya bi HSdê re dewam bike’.

Nayê çaverêkirin ku di vê mijarê de ti encamek derkeve. Li aliyê din jî tê zanîn ku hewldana Tirkiyê ya normalbûna bi Şamê re, li xweşa Amerîkayê naçe.

Lewma jî rewşa pêwendiyên Amerîka-Tirkiyê di mijara Sûriyê de, wê girêdayî geşedanên li qadê û hevdîtinên asayîbûnê yên navbera Enqere-Şamê be.

Li aliyê din yek ji diyardeya serdema nû ya têkiliyên Amerîka-Tirkiyeyê de, di hevdîtina Erdogan-Biden de behsa avakirina Mekanîzmeya Stratejîk a navbera herdu welatan hatiye kirin, lê heta niha ji Koşka Spî daxuyaniyeke fermî di wî warî de nedaye û vexwendineke fermî bo Erdogan jî nehatiye.