Divê Amerîka ji bo çi girîngiyê bide herêma hevpeymanên xwe yên Kurd?

Divê Amerîka ji bo çi girîngiyê bide herêma hevpeymanên xwe yên Kurd?

PeyamaKurd – Êdî barê dijwarkirina encamên operasyonên Tirkiyê yên ser herêmên Kurdî yên Sûriyê, li ser milê Amerîka û civaka navdewletî ye.

“Divê Amerîka ji bo çi girîngiyê bide herêma hevpeymanên xwe yên Kurd?”

Êrîşa Tirkiyê ya 20ê Mijdarê ji aliyê gelek welatan ve nehat pejirandin. Ya herî balkêş jî ew bû, Enqerê êrîş biribû ser baregeheke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya hevbeş ku tenê 130 metreyan nêzîkî hêzên Amerîkî bû.

Tayyip Erdogan planên xwe yên operasyona bejahî eşkere kir. Di encama operasyonên Tirkiyê yên 2018 û 2019an de, ji aliyê gelek sazîyên navdewletî û herêmî ve, zilm û xedariya komên milîsên Tirkiye piştevaniya wan dike ya li ser Êzidî, Xrîstiyan, Kurd û kêmîneyan hatin belgekirin.

Ev tawan piştî êrîş hatin bidawîkirin jî bi destê milîsên Tirkiye piştevaniya wan dike dewam kirin. Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî dan Tirkiyê ku kiryarên wan hêzên milîsên Sûriyeyî kontrol bike.

Tevî ku her tiştê qewimiye li holê ye, ev pirs tê bîrê: “Gelo Amerîka divê ji bo çi girîngiyê bide bakurê rojhilatê Sûriyê da ku van êrîşên berdewam ên Tirkiyeyê û êrîşên demên pêş bide rawestandin?”

 Her çiqas Tirkiye israr dike ku ew di têkoşîna dijî DAIŞê de, şirîkeke bi bandortir e jî Amerîka vê rewşê qebûl nake. Ew tifaqa ligel şirîkên xwe yên HSDê rasttir dibîne.

Rêveberiya Xweser: Sê hêzên sereke û Sê ziman!

HSD dema rizgarkirina herêmên navborî, hevdem welatiyên herêmê jî di nav Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bicih dikir û ew dixistin nav sîstema rêveberiya xweser.

Hikûmeta herêmî û rêveberiya xweser, ji serokatiyên hilbijartî yên sê hêzên sereke pêk tê: Encûmena Birêvebirinê, Encûmena Darazê û Encûmena Dadê.

Kesên ji her nijad û olan dikarin di nav banê rêveberiya xweser de kar bikin.

Herwiha nîvê tevahiya serokatiyan ji jinan pêk tê. Hevdem derfet bo sê zimanên fermî hatiye dayîn: Kurdî, Erebî û Suryanî

Divê em balê bikişînin ser vê: Rêveberiya Xweser, ne mînaka hikûmeteke bilez û bez hatiye damezrandin e. Piştî jiholêrakirina aktorên xirab, wekî mînaka demokrasiya plankirî ya dagirtina valahiya rêveberiyê û ewlekariyê bi baldarî hatiye sewirandin.

Rêveberiya Xweser nîşanî me da ku rêya mayîndekirina destkeftiyên leşkerî, di awayê rêveberiyê de derbas dibe. Ango şerekî ku ‘heta hetayê dewam bike, encex bi vî awayî’ dikare bê rawestandin.

“Gelê wê derê hikûmeta xwe ji bo dahatûya malbatên xwe ava kirin”

Aborîya Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve diçe. Erdogan êdî li welatê xwe bûye kesayetekî zêde nayê hezkirin. Serokê Tirkiyê tevî ku ti êrîşek sînorên Sûriyê tune ye jî gefa ‘terorîzma’ sexte, ji bo wergirtina piştevaniya hilbijartinên 2023yan bikar tîne.

Êrîşa xedar a Stenbolê û tawanbarkirina Erdogan a HSDê bi wê êrîşê, derfeteke zêrîn xist destê wî. Lê belê HSDê ragihand ku ti têkiliya wan bi wê bûyerê re nîne û daxwaza lêkolîneke navnetewî bo wê êrîşê kir. Amerîkayê tenê êrîş şermezar kir, lê di rewşa heyî de divê destûr neyê dayîn ku Erdogan bi hinceta teqîna navborî ji bo êrîşan behaneyan bibîne.

Ligel ku gelek kesên li bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) demên berê bi PKKê re pêwendiya wan hebû jî rêveberiya xwer û HSD ne beşek ji PKKê ne. Gelê wê derê, ne ji bo hedefgirtina hikûmeta Tirk, ji bo diyarkirina dahatûya malbatên xwe ew dever ava kirin.

Ya ku li Sûriyê gefê li ser azadî, aştî û ewlehiyê çêdike hebûna Tirkiyê ya li wê derê ye. Êdî barê dijwarkirina encamên operasyonên Tirkiyê yên ser herêmên Kurdî yên Sûriyê, li ser milê Amerîka û civaka navdewletî ye.


Nadine Maenza | The National Interest

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd