Di rapora ku ji bo Rêveberiya Xweser hatiye pêşkeşkirin de çi heye?

Di rapora ku ji bo Rêveberiya Xweser hatiye pêşkeşkirin de çi heye?

PeyamaKurd -  Hefteya borî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu serdana Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) kir û li New Yorkê bi nûnerên dîyasporaya Sûriyê ya li Amerîkayê re civiya. Di nav şanda ku Çavuşoglu hevdîtin bi wan re kir de, endamên Edaleta Gerdunî (Global Justice) û Hevpeymana Demokratîk a Ereb jî hebûn.

Di civînê de raporeke ji 15 xalan pêk tê û bi sernavê, “Nexşerêya Ji bo Rêveberiya Xweser a Rojava” ji Çavuşoglu re hat pêşkeşkirin.

Nûnerê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ê Almanyayê Dr. Rizgar Qasim got ku mebesta wan jiholêrakirina Rêveberiya Xweser û destdanîna ser maf û destkeftiyên kurdan e.

Nexşerêyeke 15 xalan hat pêşkeşkirin

Di hevdîtinê de herdu saziyên navborî, rapora “Nexşerêya ji bo Rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyê” pêşkeşî Çavuşoglu kirin ku ji 15 madeyan pêk tê.

Li gorî nexşerêya ku mamosteyê berê yê Zanîngeha Şamê Yehya El Aridî li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye; xelkê Sûriyeyê ji bo dabînkirina petrol û gazê girêdayî herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ye û herwiha av, dewlemendiyên wekî zad û berheman jî li wê herêmê ne.

Di raporê de tê gotin mebesta wan ‘Dawîlêanîna Projeya Rêveberiya Xweser’ a li wê herêma ji sê wilayetên Heseke, Dêrazor û Reqayê pêk tê û di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye. 

Tê diyarkirin ku ji ber girîngiya wê herêmê (Rojava) ya jeopolîtîk hem ji bo Tirkiye hem jî ji bo Sûriyeyê gefê çêdike û gavên bêne avêtin wiha têne rêzkirin:

- Dûrxistina HSDê û jiholêrakirina rêveberiya PYDê ya herêmê.

- Li beramberî vekişandina piştgiriya Amerîka bo HSDê, lihevkirina bi Amerîkayê re.

- Bi siyasetmedar, akademîsyen û serokên eşîrên Tirkiye baweriya xwe bi wan tîne re damezrandina rêveberiyeke nû ya herêmî.

- Ji bo bicihkirina bi milyonan penaberan li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojava lêkirina dîwarekî parastinê di navbera herêmê û deverên kontrola hikûmeta Şamê de.

 “Hedefa projeyê destkeftiyên Kurd e”

Serokê Tevgera Modern a Kurdistanê û Nûnerê Almanya yê MSDê Dr. Rizgar Qasim diyar kir ku ev nexşerê bixwe ‘projeyeke îstixbaratê’ ye.

Dr. Rizgar Qasim dibêje, “Ev projeyeke îstixbaratê ye û di demeke ku Tirkiye-Sûriye nêzîkî hev dibin de, hatiye amadekirin. Bi vê nêzîkatiyê re dixwazin têkçûna Rêveberiya Xweser bibînin. Hedefa wan jiholêkirina destkeftiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ye. Bala xwe bidinê ku behsa lêkirina dîwarekî parastinê tê kirin. Wê çi kes li pişt wî dîwarî bên bicihkirin? Ereb û kêmîneyên din in.”

Opozîsyona Sûriyê, ji nerazîbûna nêzîkbûna navbera Enqere-Şamê zêdetir, bawer dike ku ew li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê ne.


Sererastkirin û wergera Kurdî:  PeyamaKurd