Bild: “Gelo Erdogan niha Supermen e?”

Bild: “Gelo Erdogan niha Supermen e?”

PeyamaKurd - Rojnameya Almanî Bild, li ser rola Tirkiye û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a di Lûtkeya NATO ya paytexta Lîtvanya Vilniusê analîzek weşand.

Di analîza Bildê ya ku Erdogan wekî Supermen pênase dike de, herwiha Erdogan wekî zilamê nû yê xwedî hêz di NATOyê de hatiye binavkirin. Di Lûtkeya NATO ya lîderan de gelek biryarên girîng hatin wergirtin ku di mijara endamtiya NATO ya Swêdê û hin mijarên din de, Tirkiye xwedî roleke girîng bû.

Vê yekê jî hiştiye ku Erdogan di manşetên medya cîhanê de cî bigire û rojnameya Alman Bild jî bi wêneyekê montaja ‘supermen’ mijar şîrove kir. Di nûçeyê de tê gotin; “Gelo niha Erdogan Supermen e? Hema bêje ti krîzeke siyasî ya gerdunî ku Erdogan tê de tunebe nîne. Zilamê nû yê bihêz di NATOyê de.”

Di gotara bi sernavê “Gelo Erdogan niha Supermen e?” de, ji bo Erdogan wêneyê Supermen ê karekterê fîlm hatiye bikaranîn. Di nivîsa ku ji aliyê Filipp Piatov hatiye nivîsîn de, ji bo Erdogan jî ‘Zilamê nû yê bihêz di NATOyê de” hatiye gotin.

“Ti peymaneke ku tiştekê bi dest nexe nîne!

Di berdewamlê de tê diyarkirin; “Hema bêje ti krîzeke siyasî ya gerdunî ku Erdogan tê de tunebe nîne. Biryareke ke tê de nebe nîne. Erdogan di demeke ku balafirên bêmirov û alavên leşkerî ji Ukraynayê re dabîn dike de, di navbera Moskow û Kîevê de jî peymanên dexlê girê dide.”

"Di navenda gelek torên jeopolîtîk de cî digire”

Rojnameya Bild cî daye gotinên Profesorê siyasetê Peter Neumann ên derbarê Erdogan de û wiha didomîne: “Erdogan di gelek navendên jeopolîtîk de cî digire. Di hemû neliheviyan de rol dilîze û ji vê jî hêzê distîne.”

"Di polîtîkaya navxwe de xwedî manewrayeke fireh e”

Siyasetnas Thomas Jäger jî dibêje; “Serokomarê Tirkiyeyê girîngiya jeopolîtîka Tirkiyeyê dizane û vê jî di hemû warên siyaseta derve de bikar tîne. Her çiqas di nav welatên Rojavayî de serokê herî bihêz Serokê Amerîka Joe Biden be jî, Erdogan di nav serokên welatên endamên NATOyê de, di polîtîkaya navxweyî de kesê herî zêde xwedî manewreya fireh e.”


Rojnameya Bild a Almanî

Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd