Bi sedan hêzên paramilîter hene: Hewl didin Îsraîl, Amerîka û hevpeymanên bikşînin nav şer…

Bi sedan hêzên paramilîter hene: Hewl didin Îsraîl, Amerîka û hevpeymanên bikşînin nav şer…

PeyamaKurd - Di demeke ku şerê Îsraîl-Hemasê li Xezeyê ev mehek e dewam dike de, gelek hêz siyaseta manîpulekirina şer û pevçûnan li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin. Îsraîl, Îran û Amerîka bi ‘cinawirên’ ku bixwe afirandine herêmê ber bi şerekî ve dikişînin. Îsraîl nikare bi hemû aliyan bi carekê şer bike û îhtimal heye Amerîka neçar bimîne destwerdanê bike.

Weşana Arab News a navenda wê Erebistana Siûdî ye, li ser piştperdeya şerê Hemas-Îsraîlê analîzek belav kir.

Di analîzê de, gelek aktorên derveyî dewletan ên wekî Hemas, Heşdra Şeibî, Hizbullah û Hûsiyan têne bibîrxistin û hejmara wan hêzên milîs û leşkerên Îsraîlê tê beravird kirin.

Analîzê balê dikşîne ser ku li gelek welat pevçûnên li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî manîpule dikin.

“Hewl didin Îsraîl, Amerîka û hevpeymanên wê bikşînin nav şer”

Bi harbûna şerê Xezeyê re, hêzên paramilîter ên Îran piştevaniya wan dike û gefa cebilxaneya wan a fuzeyan li seranserê herêmê, êdî bûyeke gefe berbiçav.

Hêzên radîkal ên hejmara wan digihe sed hezaran, li gorî tê dîtin Îsraîlê, Amerîkayê û hevpeymanên wê bi timî dikişînin nav şerekî herêmî.

Ev hêz li sînorên Sûriye-Lubnan-Îsraîlê kom dibin. Bi êrîşên moşekî, pevçûnan û êrîşên asmanî jî rageşî zêde dibe.

Rayedarên Îsraîlî ev demek dirêj e dibêjin, ew ê dawiyê neçar bimînin şerekî giştî li dijî wan hêzan bikin.

“Teqîna ku hêzên milîs bibin sedem, wê herêmê bixe nav agir”

Dema bê hizirîn ku Hizbullah xwedî 100 hezar şervan û 150 hezar roket e, heger li sînorê bakur ê Îsraîlê teqînek rû bide, dê ev şerekî mezin bi xwe re bîne.

Li Iraqê hejmara hêzên Heşda Şeibî ya piştevana Îranê 240 hezaran derbas dibe, dîsa li Sûriye û Yemenê hêzên girêdayî vê rêxistinê hene. Herwiha 190 hezar jî şervanên Sûpaya Pasdarên Îranê hene ku piraniya wan ji xwe li herêmê bicih bûne.

Ev hejmar hemû dema bi 170 hezar leşkerên Îsraîlê re bên berewirdkirin, rewşê bi zelalê derdixe holê.

Halê hazir tê gotin ku niha tevî yedekan 300 hezar leşkerên Îsraîlê li nêzîkî Xezeyê erka xwe dikin. Ev rewş nîşan dide ku heger şerekî pir eniyan rû bide û di vê dema aloz a Şerîaya Rojava de, senaryoya kabûsê derdixe pêşberî Îsraîlê.

“Dibe ku Amerîka neçar bimîne destwerdanê bike”

Heke wekîlên Îranê bikevin tevgerê, dibe ku destwerdana Amerîkayê bibe neçariyek. Lewra Îsraîl nikare bi her kesî re di heman demê de, bi her kesî re şer bike.

Berdevkê Koşka Spî John Kirby gotibû, ‘Ti kes li pey şerekî dijî Îranê ye’, herwiha Wezîrê Berevaniyê Llyod Austîn jî diyar kiriye, “Daxwaz û niyeta Amerîka dijminatiyê nîne”.

Lê belê berdewama êrîşan re, dibe ku Amerîka her çiqas nexwaze jî ber bi şerê bersivdanê ve bê kişandin

Bi sedema ku Îsraîl nêzî çareseriya du dewletî nabe, aliyên entelektuel û nermrê yên Filîstînê tune bûn û komên milîs derketin holê.

Li aliyê din Tehran jî di kontrolkirina artêşên derveyî sînoran ava kirine de, zehmetiyê dikşîne. Êrîşên dronên Hûsiyan ên bi ser asmanê Misir û Siûdî de û astengkirina sewqiyata petrolê ya milîsên Iraqî bi ser Urdinê de, şerekî herêmî sor dike.

“Îran hem bi zimanê nerm hem jî bi gefa şer tevdigere”

Di daxuyaniyên Tehranê de bangên kêmkirina rageşiyê têne kirin, lê provokasyon jî dewam dikin.

Wezîrê Derve yê Îranê, Huseyîn Emîr Ebdullahyan, got ku; ‘Tiliya hêzên Hizbullahê li ser tetikê ye’ û dê hemleya bê jî hîn bihêztir û kûrtir be.

Gelek hêz pevçûnên li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe manîpule dikin ku wek mînak; Rûsya hêvî dike ku heger hemû welatên Rojavayî bikişîn nav şer, dê Ukraynayê ji bîr bikin.

Bi îhtimaleke mezin ne Îsraîl, ne Amerîka ne jî Îran naxwazin şer berfireh bibe.

Lê belê ev hemû alî jî bûne mehkûmê xwe û hêzên xwe yên wekîl ku niha di pêvajoya hevdu harkirinê de ne.