‘Berevajî durûtiya Tirkiyê, Kurd hevpeymanên jêneger ên Amerîkayê ne’

‘Berevajî durûtiya Tirkiyê, Kurd hevpeymanên jêneger ên Amerîkayê ne’

PeyamaKurd - Dibe ku Tirkiye hevpeymana NATO ye, lê belê berevajî durûtiya Enqereyê, Kurd di têkoşîna dijî komên radîkal ên terorê de hevpeymanên herî dilsoz û pêbawer ên Amerîka ne.

Tirkiyeyê 19ê Mijdarê li Sûriye û Iraqê êrîşî ser xalên Kurd lê bicih bûne kir. Di êrîşa ku balafirên şer ên Tirkiyê û balafirên bêmirov hatin bikaranîn de, gelek şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku hevpeymana Amerîkayê ye hatin kuştin. Piştre jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku ‘ev hêj destpêk’ e.

Bi salan e ku peymanên navbera Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û cîhadiyên Sûriyeyî hatine belgekirin û ketine rojeva medyayê.

Ji sala 2016an pê de, ji zêdetirî 100 welatan nêzî 60 hezar milîtan ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyê bûn. MÎTê ji bo wan lojîstîk û pere dabîn kir, heta hin cîhadiyên birîndar bûbûn li nexweşxaneyên Tirkiyê hatin tedawîkirin. Bi giştî ev îdia hemû di medya cîhanê de cî girtin.

“Kurd hevpeymanên jêneger ên Amerîkayê ne”

Berevajî durûtiya Tirkiyeyê, Kurd hevpeymanên jêneger ên Amerîkayê ne.

HSD ya ku di bingeha wê de Kurd cî distînin, li dijî DAIŞê bû serê xencerê. Fermandarê Giştî yê HSdê Mezlûm Ebdî ji min got ku wan di şer de 12 hezar şervanên xwe ji dest dane û 24 hezar şervan jî bi giranî birîndar bûne.

Niha jî Tirkiye hêzên zêdetir ên leşkerî li sînorê Sûriyê bicih dike û gefa operasyoneke mezin a derveyî sînor dixwe. Tirkiye dixwaze di vê qonaxa heyî de, ji bo çekdarên DAIŞê şer bidin destpêkirin, rê xweş bike. Kampa Holê ya li Bakurê Sûriyê, depoya çekdarên DAIŞê yên amadekiriyê şer in. Di kampê de 55 hezar endamên DAIŞê hene. Tirkiye ji bo firarkirina van milîsan kaosê çêdike û hewl dide ber bi hedefa xwe ve biçin.

Tirkiyeyê sala 2019an navçeyên Girê Spî (Tel Abyad) û derdora Kampa Eyn Îsayê bombe kir. Malbatên DAIŞê yên ji kaosê derfet dîtin û reviyan, dema diçûn Tirkiyeyê ji aliyê HSDê ve hatin desteserkirin.

Dîsa Çileya 2022yan jî cîhadiyên Tirkiye piştevaniya wan dike, çalakiya firarê li kampa Hesekê kirin. HSDê careke din ew hewldan têk bir. Bi heman awayî li girtîgeha Qamişlo ya Jerkîn jî bûyereke bi wî rengî rû da.

“Divê êdî rêveberiya Biden tiştekî bike”

Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) niha ji bo êrîşan li ser sînor kom dibe. Malbatên şervanên HSDê li gundên nêzî sînorên Tirkiyeyê hene û ew jî neçarin hezkiriyên xwe biparêzin.

Heta ku Amerîka zextê li wan neke, wê êrîşên ser HSDê bidomînin. HSD ji rêveberiya Biden zêdetir tiştan hêvî dike. Pêwîste Serok Joe Biden ji bo rawestandina daxuyaniyên şer ên Tirkiyeyê bikeve nav hewldanê. Herwiha Wezîrê Derve Antony Blinken jî divê serdana Enqereyê bike û hişyariyê bide ku wê bedelekî giran ê êrîşkirina ser HSDê hebe.

Tirkiye îdia dike, berpirsê teqîna Stenbolê ya 13ê Mijdarê ku 6 kesan can dabû 81 kes jî birîndar bûbûn HSD ye û bi wê zemîneke mafdar a êrîşan ji xwe re çêdike. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, Amerîka ya ku bi HSDê re hevkariyê dike tawanbar kir û ji ber piştevaniya didin HSDê Amerîka wekî sûcdar nîşan da.

HSDê jî ragihand ku bi bûyerê re pêwendiya wan nîne û daxwaza lêpirsîneke navnetewî dike. Wê lêpirsîneke tam û serbixwe, Kurdan paqij derxe ku ti têkiliya wan bi wê bûyera bombekirinê nîne.

“Difikire ku wê êrîşên ser Kurdan bandorê li hilbijêrên neteweperest bike”

Li ser mebestên Erdogan em dikarin gelek spekulasyonan bikin. Beriya hilbijartinên giştî yên nêzîk dibin, heta asteke girîng piştgiriya bo partiya Erdogan kêm dibe.

Erdogan bawer dike ku bi gotinên ‘terorîst’ bo kurdan û kuştina wan, dê hilbijêrên neteweperest ên Tirkiyeyê ji bo piştevaniya AKPê nêzîkî xwe bike.

Di vê navê de, Amerîka ji bo ewlekirina kampên malbatên DAIŞê tê de dimînin, alîkariya hêzên Kurd bike. Tirkiye dixwaze bi revîna ji kampan a malbatên DAIŞê û tevlîbûna wan a şer kaosê çêbike.

Amerîka û HSD hevpeymanên xwezayî ne. Ji bo federalîzma demokratîk, azadiya jinan û berdewamiya jîngehê xwedî heman nêrînê ne.

Dibe ku Tirkiye endameke NATOyê ye, lê Kurd jî di têkoşîna dijî komên tundrew ên terorê de, dostên herî dilsoz û pêbawer ên Amerîkayê ne.


David Phillips | The National Interest

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd