‘Armanca Tirkiyê ew e ku heta tunekirina HSDê êrîşan bidomîne’

‘Armanca Tirkiyê ew e ku heta tunekirina HSDê êrîşan bidomîne’

PeyamaKurd - Tirkiye amadekariya operasyoneke nû ya bejahî li ser Sûriyê dike. Armanca Enqereyê, ew e ku heta tunekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengiya Kurdan êrîşan berdewam bike. Amerîka nikare ji aliyekî ve hem hêzên Kurd ji Îranê biparêze hem jî operasyonên Tirkiyê rawestîne.

Tirkiye amadekariyê dike ku bi hinceta xwe ya têkoşîna dijî terorê, operasyoneke nû ya leşkerî li ser Sûriyeyê pêk bîne. Muhtemel e ku wê operasyonên li Iraqê jî berfirehtir bike.

Gefên Enqereyê ne nû ne. Tirkiye ji sala 2016an ve bi awayekî rûtîn, Sûriyê tehdîd dike, operasyonan li dar dixe û hêzên Kurd dike armanc.

Polîtîkiya Tirkiyeyê ya Sûriyê ne tenê êrîşkirina ser grûbên Kurd e, hevdem dixwaze rola Amerîkayê ya li Sûriyê jî kêm bike.

Ev jî tê wateya ku yek ji sedema şerê Tirkiyeyê yê rastîn girêdayî Amerîkayê ye û Amerîka jî tekane hêza mezin e ku dikare bi awayekî maqûl pêşiya Tirkiyeyê li herêmê bigire.

“Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve çi bû?”

Ji sala 2011an destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve, Tirkiye, Amerîka, Rûsya û Îran bihevre li Sûriyeyê rol standin. Îran û Rûsyayê piştevaniya rejîmê kirin, Amerîkayê jî piştevaniya Kurdan kir. Tirkiyê jî piştevaniya grûbên milîs ên li herêmê kir.

Tirkiyê di sala 2016an de, got ku HSD parçeyek ji PKKê ye û biryara berfirehkirina operasyonan wergirt.

Sala 2016an Enqerê ji bo rawestanina pêşveçûna HSDê, kete bajarê Cerablûs ê nêzî Minbicê û li dijî rola Amerîka ya li herêmê derket. Serokê Amerîka yê wê demê Donald Trump, dema hatibû ser kar Tirkiyê fişar li ser Amerîkayê kir ku terka Sûriyeyê bide, lê Amerîkayê ve yek qebûl nekir.

Sala 2017an Tirkiyê ji bo Sûriyê berê xwe da xebata ligel Rûsya û Îranê. Li gorî pêşniyara Enqerê ya bo Şamê ku bazar li ser hatibû kirin; li beramberî destûrdana ku rejîm hin herêma ji nû ve bixe kontrola xwe, serhildêran (komên milîs) ji bo şerê hêzên Kurd ên li Efrînê bixe tevgerê û herwiha rejîma Sûrî û Rûsya jî qada asmanî ya herêmên sînorî yên kontrola YPG-HSDê ji Tirkiyeyê re veke. Rûsya û rejîmê jî pêşniyar li HSDê kirin, heger terefê xwe biguherîne û li şûna Amerîka bi wan re kar bike, ew dê êrîşên asmanî bidin rawestandin.

Sala 2018an Tirkiyê piştî kontrolkirina Efrînê, plana ‘herêma ewle’ ya seranserê sînor bi Amerîkayê da qebûlkirin.

Dawiya sala 2019an jî Enqerê ji bo avakirina herêmeke ‘hêrema ewle’ ya seranserê sînor, Amerîka razî kir.

Rûsya û Amerîka xwe nêzî rêkeftineke ligel Tirkiyeyê nekirin

Vê yekê jî ji ber vekişîna Amerîkayê ji Kobanê û deverên din ên sînorî û ketina tevgerê ya Rûsya û rejîmê re, krîzeke bi xwe re anî. Êdî Enqere bi vî awayî bûbû xwedî rola ku dixwaze ya di nav konsepta Astana ya (Tirkiye-Rûsya-Îran) welatên Sûriyeyê dabeş dikin de. Lê belê Îran; bû astenga herî mezin li ber Tirkiye û Rûsyayê û Amerîkayê jî rola xwe ya li Sûriyê berdewam kir.

Her çiqas Amerîkayê hêzên xwe ji bajarokên sînor vekişandibe jî li seranserê herêma çemê Firatê ma û hevpeymanîbûna xwe ya ligel HSDê jî dewam kir. Lê Enqerê jî li dijî endamên HSDê yên li rojhilatê Sûriyê êrîşên bi balafirên bêmirov zêde kir.

Dema Joe Biden hat ser kar, Tirkiyê daxwaz jê kir ku ji bo pêşve biçin operasyoneke nû li ser Kobanê, Qamişlo, Til Temir, Til Rifat û herêmên din pêk bîne.

Ji bo vê jî pêwîstî bi lihevkirina Tirkiyê ya bi Rûsya û Amerîkayê re hebû, lê li gorî dixuyê herduyan jî ev daxwaz qebûl nekirin.

Di bihara 2022yan de, Rûsyayê Ukrayna dagir kiribû û Tirkiyê jî ev yek wekî derfeta ku li Sûriyê zêdetir herêman dagir bike nirxand. Lewra ji bo Rûsya bikare dorpêçan bişkîne, pêdiviya wê bi Tirkiyeyê heye.

Niha xuya dike ku Enqere êrîşeke li Stenbolê hatiye kirin, wekî behaneya operasyoneke din bikar tîne. Tirkiyê di nav çend şevan de, bi dehan êrîşên asmanî pêk anîn.

Hedef: Heta tunekirinê domandina êrîşan e

Li aliyê din wisa xuya dike ku Rûsya û rejîma Sûriyê, qada asmanî ji êrîşên asmanî yên Tirkiyê re vekirine. Niha wekî ku dixuye armanca Tirkiyê ew e ku ji bo kontrolkirina tevahiya herêma Efrînê, Til Rifat, Minbic, Kobanî û Til Temirê komên çekdarên opozîsyona Sûriyê (SMO) ji şerê dijî hêzên Kurd re amade dike.

Hedefa Tirkiyê ew e ku heta tunekirina HSDê êrîşên ser herêmên Kurd dewam bike.

Ev jî Amerîkayê dixe rewşeke zehmet. Li Sûriyê hêzên biçûk ên Amerîkayê hene. Ev hêzên Amerîkayê jî nikarin li aliyekî ji Îranê biparêzin û li aliyê din jî operasyona Tirkiyê rawestînin. Di vê dema ku Îran û Tirkiye êrîşî komên Kurd ên li herêmê dike de, muhtemel e ku ji bo derxistina hêzên Amerîkî ji herêma çemê Firatê, Îran û Tirkiye di nav kordînasyonê de bin.

Amerîka li herêmê ketiye nav rewşeke aloz

Amerîka ji bo rawestandina êrîşeke nû wê neçar bimîne fişarê bike, lê şerê Ukraynayê vê dixe zehmetiyê.

Tirkiyê xwe wekî garantorê peymana zadê Ukraynayê û ji bo Rûsyayê jî wekî navenda enerjiyê xwe bicih kir. Enqerê bi Îsraîlê re lihev kir û bi vî awayî jî dikare li ser girêdana Amerîka-Îsraîl û mijara Filîstînê bibe xwedî bandorekê.

Ev geşedanên han, Amerîkayê dixin rewşeke aloz. Wê di roj û mehên pêş de, pozîsyona Amerîkayê ya li dijî operasyonên Tirkiyeyê zelaltir bibe.


Jerusalem Post | 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd