Arab Center DC: ‘Enqere ji tifaqa Amerîka û HSDê aciz e!’

Arab Center DC: ‘Enqere ji tifaqa Amerîka û HSDê aciz e!’

PeyamaKurd - Hem Amerîka hem jî Tirkiye naxwazin bibin aliyê ku pêwendiyên xwe bi yekcarî xerab bikin. Herwiha ev pirs di rojevê de ye; Gelo wê di têkiliyên Yekîtkiya Ewropa (YE), Amerîka û Tirkiyê de serdemeke nû dest pê bike?

Weşana Arab Center DC ku navenda wê li Amerîkayê ye, li ser rola Tirkiyê ya demên dawî di qada navnetewî de û pêwendiyên ligel YE û Amerîkayê analîzek belav kir.

Di analîzê de, helwesta Tirkiyê ya bo şerê Ukraynayê û pêngava dawî ya başkirina pêwendiyên ligel Yunanistanê weke gavên erênî hatine nirxandin û hatiye diyarkirin ku li ser nakokiyên Tirkiye yên ligel Ewropa û Amerîkayê jî hevdîtin dewam dikin.

Herwiha li ser mijara endamtiya NATO ya Swêdê û daxwaza Tirkiyê ya bo F16an jî hatiye gotin, ne Tirkiye ne jî Amerîka naxwazin bibin aliyê ku bi yekcarî têkiliyan qut dike.

 “Helwesta YEyê ya li hemberî Tirkiyê nerm dibe”

Çend mehên borî di helwesta Yekîtiya Ewropayê ya bo Tirkiyê de, guhertin çêbûn. Berpirsên YEyê derbarê têkiliyên Tirkiyê de, çend daxuyanî dan ku ew amade ne angajmanekê bi Tirkiyeyê re pêk bînin.

Konseya Ewropayê diyar kiriye ku Tirkiye di hin warên cuda de, şirîkeke kilît e bo YEyê.

Herwiha di vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn û şerê Ukraynayê yê ketiye rewşeke bêveger de, Tirkiye û Yunanistanê dualî gavên erênî ber bi hev de avêtin.

Ev geşedanên dawî hişt ku gelek çavdêrên pêwendiyên ligel Ewropayê bigihin wê nêrînê ku Tirkiye ji bo vebûnên nû xwe nîşan dide.Rewş jî ji bo vê guncav bû û di demên nediyarî heye de, pêdiviya Tirkiyê jî bi piştevaniya welatên din hebû.

Mijara angajmanê jî hate ser maseya gotûbêjên YEyê ku tê xwestin, ev pêwendî û hevkarî di çarçoveya berdewam bûn û qonax qonaxî be.

“Amerîka Tirkiye naxwazin têkilî bi yekcarî qut bibin”

Têkiliyên eniya transatlantîkê yên ligel Tirkiyê hinekî cudatir in. Di serî de, mijara herî girîng her ku wekî endamtiya Swêdê ya NATOyê bixuyê jî, bingeha wê lihevkirina kongereya Amerîka û Parlamentoya Tirkiyê ye.

Di demeke ku Tirkiye dixwaze pirsên li ser kirîna 36 balafirên F16 û modernîzasyona 80 balafiran ji holê rake de, biryar di destê Kongreyê de ye. Yanî herdu mijar jî girêdayî hev in, lewra Amerîka dixwaze demildest Swêd bibe endama NATOyê ku Tirkiye jî dixwaze li ser F16an bi Amerîkayê re li hev bike.

Loma jî neliheviyên navbera Tirkiye û Swêdê, bûne sedema hevkeşiya navbera Kongreya Amerîka û Parlamentoya Tirkiyeyê.

Erdogan ji bo ka bilez bibe pêşniyar kir ku dosyeyên herdu aliyan hevdem pêşkêşî kongreya Amerîka û Parlamentoya Tirkiyê bêne kirin.

Ev jî nîşan dide herdu alî jî naxwazin bibin aliyê ku bi yekcarî pêwendiyan qut dike. Ger pirsa modernîzasyona F16an çareser bibe, ne pêkan e Tirkiye li dijî daxwazên Amerîkayê derkeve. Loma jî endamtiya Swêdê ya NATOyê bûye mesleyeke navbera Amerîka û Tirkiyê ku ji bilî wê jî lîsteyeke dirêj a nakokiyên navbera herdu welatan hene.

Enqere ji tifaqa Amerîka û HSDê aciz e!

Mijareke din a germ di navbera Washington û Enqereyê de jî mijara hêzên Amerîkî yên li Sûriyê û meseleya PKKê ye.

Herwiha Tirkiye hevpeymana Amerîkayê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek rêxistina terorê pênase dike û di demên dawî de operasyonan li wê herêmê dike.

Ev mijar li Tirkiyê ji mijarên din hîn girîngtir dixuyê. Muhtemel e ku Erdogan vê mijarê di Lutkeya NATO ya Tîrmeha bê de, bi Joe Biden re bîne rojevê.

Pûtîn ji bo Xezzeyê pesnê Erdogan da

Di vê navê de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di civîna salane ya çapemeniyê de, pesnê Erdogan da bi sedema ku ji bo çareserkirina rewşa Xezzeyê roleke girîng girtiye ser xwe.

Helbet pirsgirêk di şevekê de çareser nabin. Li aliyê din hewldanên Tirkiyê yên bo Xezzeyê jî dibe ku negihin encamekê.

Lê belê ger navê Tirkiyê di qada navdewletî de, bi awayê erênî bê bilêvkirin, ev jî tê wê wateyê ku dê ji bo çareseriya hin pirsgirêkan hêsankarî çêbibe.