Analîza Washington Postê: Hemû cîhan vê hilbijartinê dişopîne!

Analîza Washington Postê: Hemû cîhan vê hilbijartinê dişopîne!

PeyamaKurd – Di rojnameya Washington Post a Amerîkî de, beriya hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê bi 4 rojan analîzeke hat weşandin ku tê de, behsa bandora hilbijartinên Tirkiyê li ser pêwendiyên NATO-Tirkiye û krîzên Sûriye û Ukraynayê dike.

Hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê yên 14ê Gulanê ku wekî qonaxeke dîrokî ya siyasî tê nirxandin, di medya cîhanê de cihekî berfireh digire.

Di gotara Washington Postê de, bandora encamên hilbijartinê di qada gerdunî û herêmî de hatiye nirxandin û tê gotin; tevî ‘hemû xwebawerî û hewldanên opozîsyona Tirkiyê’“Erdogan hê jî di taxa xwe de, gelekî populer e.”

Di analîzê de beşên derketine pêş wiha ne:

Hê jî guman hene…

Rapirsînên meha Nîsanê nîşan didin ku hevrikê Erdogan ê herî mezin Kemal Kilicdaroglu, bi ferqeke biçûk li pêş e. Lê belê hê jî gumanên ku dê Kilicdaroglu bikaribe dawiyê li serdema Erdogan bîne dewam dikin.

Girseyeke berfireh û dilsoz a Erdogan heye û her sal bi vê girseyê bi kêmkirina bacan, krediyên xaniyan, bi kêmkirina fatoreyên enerjiyê û sozên wekî; dê bihayê derbasbûna pireyan zêde neke û pakêtên aboriyê wê girseyî bi xwe ve girêdayî dihêle.

Kilicdaroglu jî bi serkeftina 2019an a bidestxistina şaredariyên bajarên mezin bawer e. Bi taybetî jî baweriyê bi Ekrem Îmamoglu yê Erdogan li Stenbolê têk biriye tîne.

Her çiqas partiyên opozîsyonê cudahiyên xwe beriya hilbijartinan dabin aliyekî jî ger Kilicdaroglu bi ser bikeve, dê neçar bimîne ku têkoşînê li hember netewperest, îslamîst, laîk û lîberalên tifaqê bide.

Hilbijartin ji bo NATOyê tê çi wateyê?

Dê ti welatekî ewropî bi qasî Swêdê vê hilbijartinê ji nêzîk ve neşopîne ku ji aliyê Erdogan ve endamtiya wan a NATOyê hatiye astengkirin.

Her çiqas Tirkiyeyê meha borî endamtiya NATO ya Fînlandayê pejirandiye û sînorên NATOyê yên bejahî ligel Rûsyayê derxistiye du qatan jî, Erdogan bi hinceta ku Stockholm radestkirina kesên PKKyî red dike, proseya pejirandina endamtiya Swêdê rawestandiye.

Şêwirmendê Kilicdaroglu yê pêwendiyên derve Unal Çevîkoz di beyana xwe ya bo Politicoyê ya meha borî de, got ku ew dê ji Swêd a ku dixwaze bibe endama NATO re nebin asteng. Çevîkoz dibêje; “Ger hûn pirsgirêkên xwe yên dualî veguhêzin nav rêxistineke wekî NATOyê, hûn dê bibin sedema dubendiyan di nav endaman de.”

Nêzîkatiya Kilicdaroglu ya bo Sûriyê

Niha Tirkiye malevaniyê li herî kêm 4 milyon penaber û penaxwazên Sûriyê dike. Heta demekê hebûna Sûriyeyîyan bi xweşî dihat pêşxwazîkirin, lê niha ev rewş guheriye. Kilicdaroglu her çiqas dibêje, ew dê sicîla Tirkiyê ya derbarê mafên mirovan de baş bike jî di mijara penaberan de, bi tundiya Erdogan dipeyive. Kilicdaroglu dibêje, pêwîste ji bo avadankirina hin herêmên Sûriyeyê, Yekîtiya Ewropa fonê bide.

Herwiha diyar dike, “Heger Ewropa vê fonê nede. Ezê deriyan vekim. Penaber dikarin biçin cihên ku dixwazin.”

Rageşiya Rûsya-Ukrayna

Kilicdaroglu dibêje, heger ew wek serokomar bê hilbijartin, ew dê pêwendiyên Tirkiye-Rûsyayê li ser bingeheke zexm û baweriyê berdewam bike û navbeynkariya bo dirêjkirina korîdora zadê Ukraynayê bidomîne.

Lê belê Kilicdaroglu destnîşan kiriye ku ew dê statuya Tirkiyê ya di nav NATOyê de, zêdetir li ber çavan bigire.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd