ANALÎZ | ‘Rêveberiya Xweser a Kurd û piştevaniya wê ji bo Tirkiyê gef e’

ANALÎZ | ‘Rêveberiya Xweser a Kurd û piştevaniya wê ji bo Tirkiyê gef e’

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, qebûl kir ku Swêd bibe endama NATOyê û Sekreterê Giştî yê NATOyê jî ev yek piştrast kir. Rojeva sereke ya Lûtkeya NATO ya li paytexa Lîtvanya Vilniusê pejirandina endamtiya Swêdê ji aliyê Tirkiyê ve û mijara Ukraynayê bû.

Tirkiyeyê demek dirêj bû bi îdiaya ku Swêd piştevaniya PKK û PYDê dike û alîgirên FETOyê jî radestî Tirkiyeyê nake, endamtiya Swêdê ya NATOyê red dikir û dihiş ew prose dirêj bibe.

Weşana Brîtanî Middle East Eye, derbarê daxuyaniyên Erdogan ên li Lûtkeya Vilniusê de ku endamtiya Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê wekî mercê pejirandina endamtiya Swêd a NATOyê nîşan da, analîzek weşand.

Îtirazên Enqerê tevî rêkeftina Madrîdê jî heta beriya çend rojan dewam kirin û Erdogan tevî ku endamtiya Fînlandayê pejirand jî ya Swêdê bi hincetên fikarên teror û ewlekariyê red dikir.

Erdogan herî dawî jî 10ê Tîrmehê beriya destpêkirina Lûtkeya NATO ya 11-12ê mehê, di hevdîtina ligel Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson de, qebûl kir ku pêşniyaza endamtiya Swêdê pêşkeşî parlamentoya welatê xwe bike.

“Rêveberiya Xweser a Kurdî ji bo Tirkiyeyê gef e”

Swêdê di çarçoveya rêkeftina ligel Tirkiyeyê de, di destûr û yasayên xwe de guhertin kirin û hevkariya bo têkoşîna dijî terorê jî berfireh kir û herwiha hinardeya çekan bo Tirkiyeyê jî da destpêkirin.

Dê Swêd ji bo pêkanîna hemû xalên Rêkeftina Sêqolî nexşerêyeke bo têkoşîna her cûre terorîzmê pêşkeş bike.

Swêd dubare dike ku ew dê piştgiriyê nede YPG-PYDê. Tirkiye jî armanca hêzên Kurdên Sûriyê ya damezrandina ‘Rêveberiya Xweser a Kurdî’ li hember yekparçebûna xwe wekî gefeke netewî dibîne.

Swêd piştrast dike ku ew dê piştgiriya FETO ya ku Tirkiye wan wekî teror pênase dike, neke. FETO bi hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an tê tawanbarkirin. Tê diyarkirin ku FETO di nava saziyên dewletê yên wekî daraz, polîs, artêş û perwerdeyê di bicih bûye ku bi hewldana darbeyê re jî xwestine Erdogan û hikûmeta wî hilweşînin.

Hikûmeta Tirkiyeyê bi sedema ku hewldana darbeyê û çalakiyên neyasayî û hewldanên têkdana îstiqrar û aramiya Tirkiyeyê, FETOyê wekî rêxistineke terorî pênase dike.

Tirkiye û Swêdê li hev kir

Hem Tirkiye hem jî Swêdê li ser hevkariya têkoşîna dijî terorê li hev kir ku piştî endambûna NATO ya Swêdê jî bi awayekî domdar ev yek dewam bike.

Stoltenberg jî ragihand ku bi awayê kategorîk NATO her cûre terorîzmê şermezar dike û cara yekem eşkere kir ku dê saziya Kordînatoriya Taybet a Têkoşîna Dijî Terorê di nav NATOyê de bê avakirin û dê ev jî xebatên di wî warî de zêdetir bike.

Hersê lîderan, herwiha pabendbûna xwe ya li ser bazirganiya berevaniyê û rakirina asteng û dorpêçên li ser wê bazirganiyê ragihandin.

“Swêdê sala 2019an ambargoya çekan danîbû ser Tirkiyeyê”

Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya ser bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ya 2019an, Swêdê ambargoya çekan bo Tirkiyê ragihandibû. Ew biryar jî ji ber fikarên navdewletî yên bo êrîşa Tirkiyeyê ya li ser hêzên Kurdî û xelkê sivîl ê herêmê hatibû dayîn.

Hikûmeta Swêdê biryara ambargoya çekan di çarçoveya kontrolkirina hinardeya çekan de wergirtibû û nîgeraniya xwe ya ku dê ew çek bi awayekî xirab bêne bikaranîn, anîbû ziman. Qedexeya firotina çekan ji bo pêşîgirtina zêdebûna tundiyê û têkçûna îstiqrara herêmê hate sepandin. 

Tirkiye armanca xwe ya bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi awayekî çalak berdewam dike.

Piştî rêkeftina 10ê Tîrmehê dê Swêd jî di rêya YEyê de ji bo mijarên wekî; nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê, serbestiya vîzeyê û zindîkirina proseya beşdarbûna YEyê, piştevaniya Tirkiyeyê bike.


Middle East Eye

Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd