ANALÎZ | Opozîsyona Kurd bandorê li ser ya Îranê dike...

ANALÎZ | Opozîsyona Kurd bandorê li ser ya Îranê dike...

PeyamaKurd – Heta çend roj berê jî Îranê ji ber rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê ya dûrxistina ji sînoran û daxwaza çekberdana partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, gef û fişareke zêde li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk anî.

Bi taybet jî di yekem salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî de ku bûye sedema protestoyên berfireh li seranserê Îranê û heta radeyekê opozîsyona Îranê aniye ba hev, Îranê gefên xwe yên li ser partiyên Kurd dubare kir û cardin êrîşkirina ser baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê xiste rojeva xwe.

Medya Îranê opozîsyona Kurd dike hedefa xwe

Weşana Îsraîlî The Jerusalem Postê derbarê helwest û tirsa rejîma Îranê ya ji opozîsyona Kurd de analîzek belav kiriye ku tê de dibêje: “Demên dawî di medya Îranê de, nûçeyên ku Kurdan û opozîsyona Kurd dikin hedefa xwe zêde bûne.”

Herwiha tê diyarkirin, Îran bawer dike ku ew dikare bi fişarê komên opozîsyonê dûrî hev bixe û rê nede di nav xwe de bi yekhelwestî tevbigerin.

Li aliyê din gotareke li ser ajansa girêdayî Supaya Pasdarên Îranê Tesnîmê hatiye weşandin balkêş e û partiyeke opozîsyona Kurd a binavê PJAKê ku bi ser PKKê ve ye kiriye mijara xwe.

Opozîsyona Kurd bandorê li ser ya Îranê jî dike

Di gotarê de ji bo tawanbarkirina keçên Kurd mijara; “Gelo di partiyeke Kurd a çepgir de, vekirina serê endameke wê (bê hîcab) yan jî endamtiya wê komê girîng e?” hatiye nîqaşkirin.

Di analîzê de hatiye destnîşankirin ku rejîma Îranê opozîsyona Kurd li pêşiya hebûna xwe wekî tirseke mezin dibîne ku Kurd hem bi hejmara xwe hem jî bi zêdebûna rêxistinên xwe li ser opozîsyona giştî ya Îranê jî bandorê dikin.

Hatiye diyarkirin ku di salvegera protestoyên Jîna Emînî de jî rejîma Îranê zêdetir berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û endamên wan partiyên opozîsyona Kurd.

Îran dizane ku wê protestoyên komên kêmîneyan zêde bibin

Di analîzê de hatiye gotin ku Îran hay jê heye ku îhtimala prosto li nav komên kêmîne yên Îranê jî belav bibin û ji bo wê jî hewl dide guvaşê li ser opozîsyona Azerî ya li bakurê rojayê Îranê pêk bîne. Herwiha bi vî awayî jî bawer dike ku wê ew protesto bi protestoyên opozîsyona Kurd de nebin yek.

Li gorî Jerusalem Postê, Îranê bi giştî belavbûna protestoyan a navêndê asteng kiriye, lê herwiha fêm jî kiriye ku heger zirarê bide jinên pêkhateyeke din wê bandora wê yekser li ser Tehranê jî çêbibe.

Jinên Kurd bi zanebûn têne tohmetbar kirin

Di dewamê de tê bibîrxistin ku medya Îranê partiyên Kurd ên cudaxwaz ji bo terorîze bike bi zanebûn jinên Kurd ên li zanîngehên Îranê dixwînin tohmetbar dike û wan dixe hedefa xwe. Herwiha wan bi tohmetên wekî lixwekirina unîformeyê komeke Kurd û tohmetên cuda tawanbar dike.

Di dawiya analîzê de tê diyarkirin, Îran ji bo dûrxistina komên Kurd fişarê li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê dike ku ji sala borî ve êrîşên Îranê yên ser partiyên opozîsyona Îranê yên Rojhilatê Kurdistanê hatine zêde kirin.