ANALÎZ | ‘Gelo wê Erdogan armancên serdana Kendavê pêk bîne?’

ANALÎZ | ‘Gelo wê Erdogan armancên serdana Kendavê pêk bîne?’

PeyamaKurd – Serdana Serokmarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a sê rojî bo welatên Kendava Erebî yên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê di medyaya erebî de bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin.

Erdogan piştî hilbijartinên parlamento û serokomariya Tirkiyê ku careke din bi ser ket, yekem serdana xwe ya welatên ereb dike ku Tirkiye jî di krîzeke kûr a aborî de derbas dibe û niha nirxê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî bi awayekê rekor daketiye.

Pêdiviya Tirkiyê gelekî bi vê serdanê hebû

Di roja yekem a serdanê de Erdogan bi Şahnişînê Erebistana Siûdî Muhammed Selman bin Ebdulezîz re civiya û şandên herdu aliyan bi taybet gotûbêj li ser veberhênanê kirin û hejmarek peymanên bazirganî û aborî hatin îmzekirin ku di vê demê de pêdiviya Tirkiyê gelekî bi vê serdanê hebû.

Danûstandinên Erdogan û şanda ligel wî ku ji zêdetirî 200 kesan pêk tê, dîsa li Qeter a hevpeymana nêzîk a Tirkiyê jî hevdîtin kirin û li gorî raportên medyayî pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî derket pêş.

Li Îmaratê jî piştî hevdîtinên Erdogan û berpirsên wî welatî hejmarek peymanên di warên cuda de hatin girêdan. di Serdana Erdogan a hersê welatên Kendavê 19ê Tîrmehê bidawî bû.

Yekem armanca Erdogan xelasbûna ji krîza aborî ye

Rojnameya el Ereb jî derbarê serdana Erdogan a ji bo welatên Kendavê de, nûçe analîzek weşandiye ku tê de dibêje; “Gelo dê Erdogan armancên serdana xwe ya Kendavê pêk bîne?”

Hatiye diyarkirin ku Erdogan dev ji xeyalên xwe yên herêmî yên berê berdaye û ketiye pey veberhênanê ji bo ku aboriya xwe ji krîzê xelas bike.

‘Dîplomasiya berjewendiyan’

Di serdanê de, diyariyên wekî otomobîla TOGG a elektrîkî ya Tirkiyê ku Erdogan dide serokên wan welatan jî hatiye bibîrxistin û serdana Erdogan wekî ‘dîplomasiya berjewendiyan’ hatiye nirxandin.

Erdogan daxuyanîyên dûrî siyaset û gefan dide

Herwiha derbarê daxuyaniyên di vê serdanê de têne dayîn de jî hatiye destnîşankirin ku berevajî demên berê Erdogan êdî daxuyaniyên dûrî siyasetê û gefxwarinê dide.