ANALÎZ | 'Erdogan Tirkiyê wekî şefê orkestrayê birêve dibe'

ANALÎZ | 'Erdogan Tirkiyê wekî şefê orkestrayê birêve dibe'

PeyamaKurd – Piştî hilbijartina 14ê Gulana 2023yan ku di hilbijartina serokomarê Tirkiyeyê de, ti namzedek bi ser neket û hilbijartin ma gera duyem (28 Gulan 2023), berevajî gera yekem analîzên balkêş di medya cîhanê de belav dibin.

Di analîzên gera yekem ên di medya cîhanê de belav dibûn de, namzedê opozîsyonê Kemal Kilicdaroglu gelek populer dihat nîşandan, lê niha di analîzan de zêde şans bo serkeftina Kilicdaroglu nayê dayîn.

Serokomarê Tirkiyê û namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan ku ji sedî 49,52yê dengan wergirtiye wekî namzedê herî nêzî serkeftinê tê nîşandan.

Di analîzên beriya hilbijartina 28ê Gulanê bi du rojan hatine belavkirin de, Erdogan wekî favorî hatiye nîşandan û BBCyê di şîroveya xwe de gotiye, “Erdogan qelebalixan wekî şefê orkestrayê birêve dibe.”

Di vê ji gera duyem çi bê hêvîkirin?

Rojnameya New York Times a Amerîkî dibêje, "Wê hemû cîhan guhertinên ku gera duyem a hilbijartinê li ser Tirkiyeyê dike bişopîne.” û pirsa ‘Di vê ji gera duyem çi bê hêvîkirin?’ dipirse.

Di nûçeya şefê Stenbolê yê NYTê Ben Hubbard' de hatiye gotin: "Gelek kes bi îhtimala ku dê Erdogan bi ser bikeve tevdigere. Erdogan di gera yekem de, kete pêşiyê û piştgiriyeke girîng wergirt.”

NYTê daye zanîn ku li qada navnetewî bi taybet li Amerîka û Ewropayê gelek siyasetmedar û lîderan dixwest Erdogan têk biçe, lê bi eşkereyî negotine.

"Binketina Kilicdaroglu serkeftina Erdogan e”

Rojnameya Alman Frankfurter Rundschau mijar bi sernavê "Binketina Kilicdaroglu serkeftina Erdogan e” weşandiye û daye zanîn ku Kilicdaroglu piştî gera yekem ji bo razîkirina hilbijêrên rastgir zimanê xwe guhertiye.

Herwiha rojnameya Alman diyar kiriye, dibe ku ev hemleya Kilicdaroglu bi sedema ku dengên ji HDPê tên di gera duyem de kêm bibe.

Euronews: Dibe ku karta neteweperstiyê bi kêr neyê!

Weşana Euronews a Ewropayê jî li ser gera duyem got, “Lîderê Tirk (Erdogan) niha favoriyê herî bihêz ê hilbijartinê ye.”

Euronewsê jî diyar kiriye ku piştî gera yekem Kilicdaroglu polîtîkaya xwe guherandiye û berê xwe daye neteweperestiyê û hatiye gotin, “Dibe ku karta neteweperestiyê têr neke yan jî encameke berevajî bide.”

‘Êdî li şûna laîktiyê neteweperestî mode ye’

Kovara Foreign Policy daye xuyakirin: "Di demeke ku sedsala duyem a Tirkiyeyê nêzîk dibe de, dibe ku êdî laîktiya damezrîner ne mode be, lê neteweperstî mode ye.”

BBC: Tirkiyê wekî şefê orkestrayê birêve dibe

BBCyê bal kişandiye ser 21 salên deshilatdariya Erdogan û serkeftinên wî yên hilbijartinan yên heta niha û di gera duyem de wekî favorîyê serkeftina hilbijartinê nirxandiye.

Li gorî BBCyê; “Lîderê Tirk dizane bê çawa bixebite.. Erdogan Tirkiyeyê wekî şefê orkestrayê birêve dibe.”

Li aliyê din weşanên wekî Times of Israel, Voice of America û France 24 jî ji bo gera duyem berevajî nirxandinên xwe yên gera yekem, wekî favorî nîşan dane û di analîzên xwe de, şansekî zêde dane Erdogan ku di parlamentoyê de jî piranî bi dest xistiye.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd