ANALÎZ | 'Divê Washington Rûsya û Çînê ji hev dûr bixe!'

ANALÎZ | 'Divê Washington Rûsya û Çînê ji hev dûr bixe!'

PeyamaKurd – Weşana National Interestê li ser hemleya Çîn û Rûsyayê ya leşkerî li Asyayê, şerê Ukrayna û nêzîkbûna Rûsya û Çînê analîzeke berfireh weşand ku hişyarî bo Washingtonê tê dayîn.

Di analîza ku ji aliyê lêkolînerê Eurasia Group Foundationê  Mark Hannah ve hatiye nivîsandin de, tê destnîşan kirin, divê weke serdema Serokê Amerîka yê berê Richard Nixon ku Çîn û Rûsya ji hev dûr xistibû, niha jî Washington hewl bide ku navbera Rûsya û Çînê xera bike û wan dûrî hev bixe.

Çîn hê jî di şerê Ukrayna de dudilî tevdigere

Di analîzê de li ser nêzîkbûna Çînê ya şerê Ukraynayê tê bibîrxistin ku ev nêzîkatî tê wateya bihêzkirina pêwendiyên ewlekariyê bi Rûsyayê re ku Pûtîn jî wekî şerê man û nemanê yê li hember Amerîka û NATOyê dinirxîne.

Hannah diyar dike ku ligel helwesta Pûtîn jî Çîn giraniya xwe çek, fînans û aboriyê nade pişta Moskowê û di vê de dudiliya xwe nîşan dide.

Li ser vê helwesta Çînê Mark Hannah daye zanîn, heman wekî serdema Richard Nixon ku Çîn û Yekîtiya Sovyetê ji hev dûr kir, niha jî derfet di destê Washingtonê de heye ku navbera Rûsya û Çînê xera bike û wan ji hev dûr bixe.

Hemleya Çîn-Rûsya ya Asyayê tirseke mezin çêkir

Behsa rêze tetbîqatên hevbeş ên Çîn û Rûsyayê yên bi navê ‘Bakur/Hevgirtin-2023’ yên asmanî û deryayî ku li Asyayê hatine encamdan tê kirin û tê gotin, medyaya Çînê ya dewletê ev tetbîqat wekî pêşandana hevkariya stratejîk a Çîn û Rûsyayê belav kirine.

Herwiha di analîzê de tê diyarkirin, lidarxistina van tetbîqatên li nêzî Japonê birêve çûne, tirseke mezin ji hevpeymana herî girîng a Asyayê re çêkiriye.

Mark Hannah balê dikişîne ser, dewriyeyên hêzên deryavaniya Çîn û Rûsyayê li nêzî avên Amerîkayê û dide zanîn, ‘Ev nîşaneyeke nû ya serdema êrîşkariya otorîter’ e.

Li Asyayê li dijî Amerîka blokeke hêzê tê damezrandin

Di analîzê de tê bibîrxistin, nîşaneyên ku li Asyayê blokeke hêzê ya dijî nifûza Amerîkayê tê damezrandin hene û ev jî bi hevkariya leşkerî ya Moskow û Pekînê xwe nîşan dide ku bersiveke li dijî bihêzbûna Amerîkayê li herêmê.

Hannah balê dikişîne ser nakokiyên wekî piştgiriya Amerîka ya bo Taywan û Koreya Başûr û diyar dike,  Washingtonê li hember bloka hêzê ya nû noqava nukleerî şandiye Koreya Başûr û herwiha şirîkatiya xwe ya bi Hindistanê re jî zexmtir kiriye.

Washingtonê nekarî ji nakokiyên Moskow û Pekînê sûdê wergire

Di dawiyê de tê gotin, Amerîka ji bo hêza xwe ya li baxçeyê paş ê Çînê zêde bike, hêza xwe ya dîplomatîk bilez bikar aniye, lê belê nekariya ji nakokiyên navbera Moskow û Pekînê sûdeyê wergire.

Hannah dibêje, heger Washington têkoşîna nifûzê ya li Asyayê hilbijêre û polîtîkiyake afirîner li hember Çînê dernexe pêş, wê derfeta dûrxistina Çîn-Rûsyayê ji dest bide û tişta ku ditirse derkeve pêşiya wê ku wan zêdetir nêzîkî hev bike.