Analîz û nirxandinên medya cîhanê li ser felaketa erdhejê?

Analîz û nirxandinên medya cîhanê li ser felaketa erdhejê?

PeyamaKurd – Bi ser herdu erdhejên herî mezin ên navenda wan bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê ye û 6ê Sibatê bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn de, hefteyek derbas bû.

Li gorî amarên fermî yên 13ê Sibata 2023yan ên danê sibehê, li 10 bajarên Bakur û Tirkiyeyê zêdetirî 31 hezar 643 kesan can daye. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyê jî hejmara mirinan 6 hezaran derbas kiriye.

Medya Cîhanê cihekê berfireh dide felaketa erdhejê û derbarê rewşê de, nirxand û analîzan diweşîne û bîlançoya giran a erdhejê û berpirsiya deshilatdariya Tirkiyeyê ya be serokatiya Serokê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan nîqaş dike.

The Telegraph: Dibe ku erdhej dawiya Erdogan bîne!

Ji rojnameya The Telegraph Mark Almond di nirxandina xwe ya bi sernavê; ‘Dibe ku erdhej dawiya Erdogan bîne!’ belav kiriye de, dibêje: dibe ku erdhej bibe sedema geşedanên nû li Tirkiyeyê.

Di nivîsê de tê gotin her çiqas bangewaziyên hevgirtinê têne fêmkirin jî wê erdhej encamên siyasî jî bixwe re werîne û balê dikişîne ser ku piraniya avahiyên hilweşiyayî û ziyan dîtine ji aliyê kesên nêzî deshilata Erdogan ve hatine çêkirin û ev jî ji bo Erdogan ‘Jehreke Siyasî’ ye.

Di analîsa The Telegraph de, tê diyarkirin ku populerîteya Erdogan dema erdheja Marmarayê ya 1999an zêde bûye û bi vî awayî hatiye ser deshilatê, lê dibe ku dawiya wî jî bi vê erdhejê were.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku wê rewşa heyî ‘jehra siyasî’ helwesta hilbijêran a siyasî jî biguherîne ku bandorê li encamên hilbijartinan bike.

New York Times: Efûya îmarê, sîstema avahîsaziyê lawaz kir

Rojnameya New York Times jî efûya îmarê ya hikûmeta Erdogan a sala 2018an ku di erdhejên Mereşê de wêraniyeke mezin bi xwe re aniye bibîr dixe û dide zanîn, ‘Di çarçoveya efûyê de, ji bo avahiyên bêmolet û neyasayî ‘belgeya qeydiya avahiyê’ hatiye dayîn.

Rojnameya Amerîkî dide xuyakirin, her çiqas wê demê hilbijêr bi efûya îmar kêfxweş bûne jî ew biryar ji bo Tirkiyeya herêma erdhejan gaveke gelekî xeter bûye û sîstema avahîsaziyê lawaz kiriye.

 Le Monde: Birînên erdhejê li Tirkiye û Sûriyê

Rojnameya Le Monde a Fransî jî balê dikişîne ser windahiyên canî û ziyanên erdhejê û diyar dike, piştî bîlançoya giran a erdhejê PKKê biryara rawestandina êrîş û çalakiyên xwe daye, lê belê deverên erdhejê yên Sûriyeyê ku ji ber şer parçebûn û dabeşî li wan çêbûye, xebatên rizgarkirinê gelekî bi zehmetî têne kirin.

Al Jazeera: Bangên alîkariyê zêde dibin

Al Jazeera jî bal kişandiye ser bîlançoya giran canî ya erdhejên Mereşê ku bandoreke zêde li 10 bajarên Tirkiye-Bakurê Kurdistanê û Sûriye-Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Al Jazeera jî  dide zanîn ku xebatên rizgarkirin û alîkariyê yên li Sûriyeyê ji ber bandora şerê navxwe yê Sûriyê bi zehmetî dimeşin û cih dide, bangewaziyên alîkariyê yên navdewletî bo Sûriyeyê ku têrê nakin.