Al Monitor Analîz | Ezmûna herî zehmet a Erdogan, ferqa dengan pir nêzîkî hev e!

Al Monitor Analîz | Ezmûna herî zehmet a Erdogan, ferqa dengan pir nêzîkî hev e!

PeyamaKurd - Weşana Al-Monîtor a Amerîkî derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyeyê de, analîzek weşand. Li gorî Al Monîtorê îhtimala ku ji ber erdhej, aborî û pirsa penaberan encamên hilbijartinan pir nêzî hev bin heye.

Di analîzê de hatiye diyarkirin, ji ber ku hilbijartin di bin siya erdhejê de têne kirin, ev dê ji bo karîyera siyasî ya Erdogan ezmûneke pir zehmet be. Herwiha li gorî rapirsîna Al-Monîtor/Premise jî ferqa pûanên navbera Erdogan û Kilicdaroglu pir nêzîkî hev e.

***

Aborî, erdhej û penaber…

Aborî, erdhej û pirsa penaberan fikarên herî mezin ên Erdogan in ku zehmete dilê hilbijêran xweş bike wan û berê wan bide aliyê xwe.

Dîplomatekî xwedî ezmûn ê payebilind ê berê ji Al-Monitorê re ev nirxandin kir:

Niha bi taybetî ger di polîtîkaya darayî û diravan de guhertin neyê kirin, wê dayînan deynan veguhere krîzekê. Ev jî tê wateya ku wê Erdogan neçar bimîne dûrî polîtîkaya xwe ya aboriyê bibe."

Di rewşeke ku aborîya di bin çavdêriya Erdogan de bi paş ve diçe, Kilicdaroglu soza vegera polîtîkayên aboriya ortodoks dike ku ev jî zehmet mirov bibêje ku hilbijêran bikişîne.

Dîplomatê berê yê Amerîkî û Serokê berê yê Hevpeymaniya dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê James Jeffrey jî piştî vegera xwe ya ji Tirkiyeyê bi demekê ji Al Monitorê re wiha axivî;

 “Kilicdaroglu li gorî hin kesan ne xwedî ezmûn e û lawaz tê dîtin. Li aliyê din îhtimala ku hevpeymaniya 6 partiyên opozîsyonê hikûmeteke bihêz damezrîne kêm e.”

Wek prensîp Erdogan û Kilicdaroglu di wê nêrînê de ne ku ji bo vegerandina 3,6 milyon penaberan bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re li hev bikin û pirsgirêkan ji holê rakin.

***

Hevdîtinên Sûriye-Tirkiyê û Rûsya

Piştî fişara salan a Pûtîn bo asayîkirina pêwendiyên Esed û Erdogan, di demên dawî de hevdîtinên rayedarên Rûs, Tirk û Sûrî dest pê kirin.

Lê belê leza Esed nîne. Esed niha kêfa piştevanên xwe yên welatên Ereb ku dixwazin wî vegerînin Lîga Erebî distîne û israr dike ku wekî gava ewil Erdogan hêzên Tirkiyeyê ji bakurê Sûriyeyê vekişîne. Niha eleqeya Erdogan a bo Esed tenê girêdayî hilbijartinan xuya dike.

Sala borî Erdogan xwe bi navbeynkariya vekirina korîdora zad a Rûsya-Ukraynayê di qada dîplomasiya navnetewî de, derxist pêş. Erdogan hêvî dike ku tekane kesê gotûbêjên vegerandina penaberên Sûriyeyê bike jî dîsa ew e.

Heger Erdogan di vê hilbijartinê de winda bike, wê ji ber erdheja mezin a meha Sibatê ya wêrankar ku bandor li Tirkiye û Sûriyê kiriye winda bike.

Beriya hilbijartinan bi demeke nêzîk rûdana erdhejê ji bo Erdogan rewşeke gelekî xirab çêkir. Heta hinek kesên derdora wî fikirîn ku hilbijartinan bipaş bixin. Lewra erdhejê li herêmeke alîgirên Erdogan ên hilbijartinê xistibû.

***

 “Soza avadankirinê da lê rapirsîn nîşan didin ku baweriya xwe ji dest daye”

Ji 10 bajarên erdhejê bandor kiriye, 7ê wan ji aliyê şaredarên AK Partiyê ve têne birêvebirin. Diyarbekir ji aliyê qeyûmên hikûmetê ve tê birêvebirin û tenê bajarên Edene û Hatayê di destê partiyên opozîsyonê de ne.

Erdogan, ji bo avakirina herêmên bandora erdhejê çêbûye, soza foneke milyar dolaran da. Lê belê çi dibe bila be, ev peywireke gelek mezin e. Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku ziyana erdhejê zêdetirî 100 milyar dolaran e. Di erdhejê de zêdetirî 50 hezar mirov mirin û 1,5 milyon welatî jî li niştingehên demkî dimînin.

Li gorî rapirsiya Al-Monitor/Premise zêdetirî nîvê hilbijêran piştî erdhejê êdî baweriyê bi hikûmetê nayînin. Heger Erdogan 14ê Gulanê bi ser bikeve, wê şokeke herî mezin ser xwe û partiya xwe beralî bike.


Al-Monitor 

Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd