AFP: Enflasyona Tirkiyê bilind dibe, piştevaniya bo Erdogan kêm dibe!

AFP: Enflasyona Tirkiyê bilind dibe, piştevaniya bo Erdogan kêm dibe!

PeyamaKurd - Beriya hilbijartinên Tirkiyê ku nêzîk dibin, partiyên opozîsyonê li dor maseya şeşqolî hatine cem hev, careke din dicivin.

Di vê civîna bê lidarxistin de, tê çaverêkirin ku bernameya muxalefetê ya hikûmetê û helwesta bo projeyasaya partiya deshilatdar a guhertina destûrê ya laçika jinan diyar bibe.

“Dema ji vê demê guncawtir tunebû..”

Beriya civîna 5ê Çileyê Ajans France Press (AFP) analîzeke derbarê rewşa deshilatdariyê û opozîsyonê de hat weşandin.

Di destpêka nûçe-analîza AFPê de ev gotin balê dikişînin: “Ji bo muxalefeta Tirkiyeyê ku bikare di hilbijartinên heta Hezîranê de, dawiyê li deshilatdariya 20 salan a Recep Tayyip Erdogan bîne, dema ji vê guncawtir tunebû…”

Di nûçeya ku li ser rewşa giştî ya Tirkiyeyê nirxandin hatiye kirin de tê destnîşan kirin; “Erflasyon her diçe bilind dibe, piştevaniya bo Erdogan kêm bûye û hewldanên partiya xwedî bingeha îslamî ku bi rêya dadgehan dixwaze reqîbên xwe yên siyasî def bike, hiştiye ku hêrsa gel û dengdêran her diçe zêdetir belav dibe.”

Herwiha rewşa parçebûyê ya opozîsyona Maseya Şeşqolî jî tê rexnekirin û tê gotin; “Partiyên muxalefetê hin caran tengav dibin. Ji polîtîkayan heta diyarkirina stratejiyan, ji bo danîna namzedê li hember lîderê 68 salî û gelek tiştên din hevdû radikişînin.”

Dîplomatekî Rojavayî ji AFPê re dibêje; “Opozîsyona Tirkiyeyê gelekî belawela xuya dike. Bernameya wan çi ye?”

Dîsa li gorî analîstan, “Ji ber ku piraniya medyaya welat bi taybetî jî di bin kontrola hikûmetê de ye, xuyaye ku kampanyeya opozîsyonê nagihe hilbijêran û dûrî wan dimîne.”

“Tenê tiştek maseya ji şeş kesan pêk tê digihîne hev: Muxalefeta Erdogan”

Tê got, formula serkeftina Erdogan ew e ku xwedî jêhatîbûna anîna ba hev a gelek dijberên hevdu yên civakê ye. Lê belê piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê, hêrsa ku li dijî çewisandin û krîza piştî wê hatiye, dahatuya Erdogan jî xistiye metirsiyê.”

Di analîzê de herwiha hatiye bibîrxistin ku di hilbijartinên herêmî yên 2019an de, opozîsyon cudabûnên xwe dabûn aliyekî û hatibûn ba hev ku ‘Kêşa ku Erdogan qet têk naçe, serûbinî hev kirin” û şaredariyên 3 bajarên mezin ên Tirkiyeyê Stenbol, Enqere û Îzmîr standin.

Analîstê siyasî yê Amerîkî Aaron Stein, derbarê maseya şeşqolî de wiha dibêje: "Tenê tiştek yekrêzîya maseya ji şeş kesan çêdike: Muxalefeta dijî Erdogan. Ger kûrtir biçin, ji hev cuda ne. Lê belê pêwîst nake li ser polîtîkayê bipeyvin. Li şûna wê dikarin bala xwe bidin ser kampanyayê û gotinên ji rêzê yên cudabûnan diveşêrin.”

CHP Lideri Kemal Kılıçdaroğlu, seçim tarihi belli olduğunda altı partinin ortak adaylarını açıklayacağını söylemişti.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotibû, dema dîroka hilbijartinan diyar bû, ew ê jî weke şeş partiyên maseyê namzedê xwe yê hevpar eşkere bikin.


Werger-Sererastkirin: PeyamaKurd