YE pareyên Rûsyayê dide Ûkraynayê

YE pareyên Rûsyayê dide Ûkraynayê

PeyamaKurd - Balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), di prensîbê de li ser bergiriyên di derbarê dahata awarte ya ji sermayeyên tevizandî yên Rûsyayê pêk tên de li hev kirin.

Li gor vê lihevhatinê, welatên YEyê, wê sermayeyên Rûsyayê yên ku ji aliyê wan ve hatiye tevizandî, ji bo dabînkirina çek a Ûkraynayê bi kar bînin

Ev agahî li ser hesabê fermî yê medyaya civakî yê Serokê Demî yê YEyê yê Belçîkayê hat parvekirin.

Di belavokê de hate gotin ku pareyên ku ji sermayeyên Rûsyayê yên tevizandî wê bêne dabînkirin ji bo parastina leşkerî ya Ûkraynayê bêne bikaranîn.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got, "Ez lihevkirina siyasî ya li ser pêşnûmaya me ya bi mebesta ji bo Ûkraynayê bikaranîna dahata samanên Rûsyayê yên tevizandî silav dikim." 

Von der Leyen balê kêşa ser wê yekê ku ev pare, wê Ûkrayna û Ewropayê ewletir bike û got: "Ev semboleke bi hêz e."