Hikûmeta Kurdistanê ji bo xizmetên Silêmaniyê 1 milyon dolar pare dabîn kir

Hikûmeta Kurdistanê ji bo xizmetên Silêmaniyê 1 milyon dolar pare dabîn kir

PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Gerûgeştê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo xizmetên bingehin ên parêzgeha Silêmaniyê, zêdetirî 1 milyar û 327 milyon dînar (zêdetirî 1 milyon dolar) hatiye dabînkirin.

Wezareta Şaredarî û Gerûgeştê ya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî çend biryarên wezaretî, Wezareta Gerûgeştê biryar daye ku ji bo xizmetên bingehîn ên civakî yên navçeyên cuda yên parêzgeha Silêmaniyê, 1 milyar û 327 milyon û 120 hezar dînar sermaye hatiye dabînkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku ev pare, li ser dahata Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê hatiye tomarkirin û wê li gorî rênimayiyên darayî yên taybet, ji bo dabînkirina sotemeniyê ya ji kargeha qîrê ya şaredariyê, gihandina xizmetguzariyên tax û kolan û kampanyayên nûjenkirina kolanên Silêmaniyê bê xerckirin.

Wezareta Şaredarî û Gerûgeştê ya Herêma Kurdistanê, Duşema çûyî, bi mebesta pêkanîna projeyên çêkirina rêyan, ji bo Şaredariya parêzgeha Helebceyê jî 465 milyon û 795 hezar dînar (zedetirî 355 hezar dolar) dabîn kiribû.