Sibe roja dawî ye: Tenê 2 partî û hevpeymaniyan lîsteya namzedan radestî komîsyonê kir

Sibe roja dawî ye: Tenê 2 partî û hevpeymaniyan lîsteya namzedan radestî komîsyonê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê heta niha tenê 2 partî û 2 hevpeymaniyan lîsteyên namzedên xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryare 10ê Hezîranê bê kirin, radestî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê kiriye.

Sibe roja dawî ye û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî biryarên nedestûrî û neqanûnî yên Dadgeha Federal biryara beşdarnebûna hilbijartinan dabû.

Berdevka Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelay ragihandiye ku heta niha du partî û du hevpeymaniyan lîsteya navên namzedên xwe pêşkeşî komîsyonê kirine ku li Hewlêrê 12, li Silêmaniyê 20 û li Duhokê jî 13 namzedên serbixwe navê xwe pêşkeşî komîsyonê kirine.

Hêjayî gotinê ye, sibe 28.03.2024ê roja dawî ya mohleta nav tomarkirinê ye ji bo partî û hevpeymanan da ku lîsteya navên namzedên xwe pêşkeşî komîsyonê bikin. Hîn nediyar e bê wê dem bê dirêjkirin yan na.

Nêzî 400 hezar dengdêrên li parêzgehên Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên şopetilî (pencmor) nikarin deng bidin. Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nameyeke fermî daxwaz ji komîsyonê kiribû, pirsgirêkên li pêş proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çareser bikin, ji wan jî nexwendina pencemor a dengdêran, nebûna nûnerê Herêma Kurdistanê di komîsyonê de li beşa teknîkî (IT) û zêdekirina kursiyên parêzgeha Helebcê bû.

Li aliyê din ji ber hilweşandina kotaya pêkhateyên Kurdistanê û biryarên Dadgeha Federal ên nedestûrî PDK jî di nav de zêdetirî deh partî hilbijartinan boykot dikin.