Serokê Herêma Nêçîrvan Barzanî ji bo civînên rêvebiriya dewletê çû Bexdayê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî civînên koalîsyona rêvebiriya dewletê bibe giha Bexdayê.
Barzanî hevdîtina xwe ya ewilî bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudani re kir û dê paşî tevlî civîna koalisyona rêvebiriya dewletê bibe.
Bende ne ku di civînê de mijara serokê parlementoya Iraqê çareser bikin. Her weha mijarên weka mehaneyên memûran, îxracata petrolê, hevdîtinên din û mijarên din çareser bikin.
Kurd û Şîa berê difikirîn ku Sunnî namzedekî ji bo xwe destnîşan bikin da bibe serokê parlementoyê. Lê heya niha Sunnî ti kesekî ji bo serokatiya parlementoyê destnîşan nekirine.