Piştiwan Sadiq: Pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê ber bi çareseriyê ve diçin

Piştiwan Sadiq: Pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê ber bi çareseriyê ve diçin

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya PDKê û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştiwan Sadiq da xuyakirin, danûstandinên bi Bexdayê re ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve diçin û şandeke din wê serdana Bexdayê bike.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di civîneke rojnamevanî de got, tişta ku li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li hember Hikûmeta Iraqê, bi zêdeyî ve hatiye bicihkirin û diyar kir, gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe, ji ber wê jî dê şandeyekî din a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û pirsgirêkên teknîkî mane.

Herwaha got, divê baweriya ciwanan bixwe û bi paşeroja welat hebe.

Sadiq destnîşan kir, “Li cîhanê ti hêzeke ku bikare Herêma Kurdistanê têk bibe, nîne“ û got: “Ew aliyên ku niha li Iraqê desthilatdar in, baweriya xwe bi destûrê naynin.”

Wezîrê Ewqafê got: “Mixabin ew aliyên li niha li Iraqê desthilatdar in, baweriya xwe bi destûrê naynin. Diviyabû wan mînakeke gelek ciwan bidana Iraqê, da ku baweriya xelkê bi paşeroja xwe hebe û hizra derketina ji welat nekin.”