Wê lijneyeke Iraqê sedema şewata Sûka Qeyserî lêkolînê bike

Wê lijneyeke Iraqê sedema şewata Sûka Qeyserî lêkolînê bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Parlamentoya Iraqê ji bo şewata Sûka Qeyserî zya Hewlêrê lijneyeke lêkolînê pêk tîne.

Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê îro 9ê Gulanê eşkere kir, Serokê Civata Nûnerên Iraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî lijneyeke lêkolînê ji bo rûdana şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê pêk tîne, ji bo lidûçûn û eşkerekirina rastiyên bûyerê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha sedema şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê ku şeva Yekşema borî rû dabû derneketiye holê. Di şewatê de 228 dikan û 7 embar şewitîn û bandora duxanê li ser hejmarek esnafên sûkê çêbûbû.