Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna Bexdayê ya Koalîsyona Rêvebiriya Dewletê bû

Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna Bexdayê ya Koalîsyona Rêvebiriya Dewletê bû

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payîtexta Iraqê li Bexdayê tevlî civîna Koalîsyona Rêvebiriya Dewletê bû û bi serokê Partiya Teqeddumê Muhammed Halbusi re civiya.

Nêçîrvan Barzanî îro (27ê Nîsanê) ber destê êvarê giha Bexdayê û ewilî bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani re civiya. Li gor serokatiya Herêma Kurdistanê; bi Sûdanî re li ser rewşa dawî ya Iraqê û pirsgirêkên Kurdistan-Iraqê hevdîtin kirin.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî, seredana Nêçîrvan Barzanî ji aliyê çareseriya pirsgirêkan de gelek girîng nirxand. Barzanî xebatên Sûdanî ji bo îstîqrara welat û diyalogê teqdîr kir.

Barzanî, paşî tevlî civîna Koalisyona Rêvebiriya Dewletê bû û li ser mijara destnîşankirina serokê parlementoya Iraqê axifîn.

Lê heya niha qismê Sunnî li ser navekî Sunnî ku bibe serokê parlementoyê, li hev nekirine. Dadgeha bilind ya Iraqê serokê berê yê Parlementoyê Muhammed Halbusi ji ser kar girtibû û xwestibû di navbera Sunniyan de gengeşe peyda bibe.