Îranê 3 girtiyên din ên Kurd îdam kirin!
PeyamaKurd – Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Îranê 3 welatiyên din ên Kurd îdam kirin.
Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê (Rojhilatê Kurdistanê) 3 Kurdên din hatin îdamkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro danê sibê li Girtîgeha Urmiyê Hasan Çupanî, Hesen Erebî û Abdullah Hesenzade hatin îdamkirin.
Hate hînbûn ku di nava kesên hatine darvekirin de Hasan Çupanî xelkê gundê Şehrestîn ê bajarê Pîranşarê, Hesen Erebî xelkê gundê Enbe yê navçeya Tirgever a Urmiyê û Ebdullah Hesenzade jî xelkê gundê Yengece yê navçeya Soma ya Urmiyê ye.
Hat destnîşankirin ku her 3 kesên piştî ku bi îdiaya "bazirganiya madeyên hişbir û qaçaxçîtiyê" hatin desteserkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Umriyeyê ve hatin darizandin û girtin.