Şah Abdulah cejna Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir

Şah Abdulah cejna Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdunê Şah Abdulah, bi boneya pîrozkirina cejna Remezanê bi nameyeke taybet Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.

Di daxuyaniya serokwezîrtiyê ya Herêma Kurdistanê de hate ragihandin ku bi mebesta pîrozkirina Cejna Remezanê, Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdunê Abdulahê Duyem nameyeke pîrozbahiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şandiye.

Di nameyê de Şahê Urdinê gotiye, “Bi helkefta cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û em ji Xwedayê mezin dixwazin ku ev cejn ji bo we û binemala we ya rêzdar bibe sedema bextewarî û tendurustiyê.”