Mezlûm Ebdî: Bi saya operasyonên ligel hevpeymaniyê herêma me tê parastin

Mezlûm Ebdî: Bi saya operasyonên ligel hevpeymaniyê herêma me tê parastin

PeyamaKurd - Fermandarê giştî ya Hezên Sûriye Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ragihand ku metirsiya DAIŞê hêj berdewam dike.

Mezlûm Ebdî peyameke vîdyoyî ji Kongreya 4an a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Reqayê hate lidarxistin re şand û tê de diyar kir, xetereya DAIŞê berdewam e û bi saya operasyonên wan ên rojane bi hevpeymanan re, herêm di bin kontrolê de ye.

Ebdî got: "Êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmê û dagirkirina herêmên Sûriyeyê berdewam in. Tirkiye binesaziya herêmê û saziyên ku xizmeta gel dikin, topbaran dike. Ji bo ku nehêle rêveberiya herêmê xebatan ji şêniyan re pêşkêş bike."

Fermandarê HSDê da zanîn, rejîma Sûriyê jî hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyan derxe û banga hevgirtinê û hişyarkirina civakê kir.