Li Weysel Qeranî namzedên muxtariyê pev çûn: 8 birîndar

Li Weysel Qeranî namzedên muxtariyê pev çûn: 8 birîndar

PeyamaKurd -  Li bajarê Sêrtê bajaroka Weysel Qeranî ya navçeya Hawêlê namzedên muxtariyê yên bo hilbijartinên 31ê Adarê, pev çûn.

Hate ragihandin ku du kom ji ber hilbijartinên muxtariyê pev çûne û çek jî hatine bikaranîn.

Dema pevçûnê polîsek jî di nav de 8 kes birîndar bûne ku bo nexweşxaneyên cuda yên Sêrtê hatine veguhestin. Piştî bûyerê 5 kes hatin desteserkirin.

Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya li bajarokê Weysel Qeraniyê  ragihand ku lêpirsîn hatiye destpêkirin û tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê piştî bûyerê hatine wergirtin.