Ji Nêçîrvan Barzanî peyama serdana Sûdanî ya Amerîkayê

Ji Nêçîrvan Barzanî peyama serdana Sûdanî ya Amerîkayê

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe bo serdana Sûdanî ya Washingtonê nîşan da û got: “Em bi temamî piştgiriya wê serdanê dikin û bawer dikin dê berjewendiyên hemû Iraqiyan li wir li ber çavan werin girtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew hêvî dikin civînên Sûdanî bi awayekî erênî û serkeftî bin û bibin derfet ji bo bihêzêkirina pêwendiyên her du welatan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja şemiyê 13ê Nîsanê tevî şandeke bilind a hikûmet, parlemento û karsazên iraqî çû Washingtonê.  Biryar e Sûdanî îro li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive ku wek serokwezîr ev yekem serdana Sûdanî ya Amerîkayê ye.

Sûdanî beriya serdana Washingtonê ragihandiye ku yek ji armancên serdana wî ya Amerîkayê ragihandina bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê ye.