Bayraktar: Em amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de rol bilîzin

Bayraktar: Em amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de rol bilîzin

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar got ku Tirkiye amade ye di çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî zelal rola xwe bilîze.

Wezîr Bayraktar di televîzyona NTVyê de li ser xeta boriya Iraq-Tirkiye û pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da.

Bayraktar diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê roja duşemê serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike û paşê jî serdana Hewlêrê bike û wiha got: "Em ê jî di heyetê de li gel wî bin."

Bayraktar bi bîr xist ku ji 4ê Cotmeha 2023yan vir va xeta boriyê ji hêla teknîkî va amade ye ku bixebite û wiha got: “Ji wê rojê heta niha ji boriyê herikînek çênebûye. Doza me li gel Iraqê berdewam e. Tirkiye ji aloziyan ne berpirsiyar e. Li vir ji ber lihevnekirina rêveberiya Hewlêrê û hikûmeta navendî pirsgirêk derketiye. Em wek Tirkiye amade ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Tirkiye û Tirkiyê de rola xwe bilîzin.”

Wezîr Bayraktar, anî ziman ku ew dixwazin xeta boriya petrolê bi temamî bê bikaranîn û got, "Bi xeta boriya petrolê ya Tirkiye-Iraqê dikare rojane 1,4 milyon bermîl petrol hinarde bike, lê heta niha ev qas nehatiye hinardekirin."

Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê ya Parîsê di 25ê Adara 2023an de derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, hinartina petrolê ji bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di daxuyaniya xwe ya 1ê Mijdarê de diyar kiribû ku ji Cotmeha 2023an vir ve boriyên petrolê ji bo hinardekirina petrolê amade ne, lê îxracata nikariye dest pê bike û got, “Di îxracata petrolê de ti pirsgirêkeke teknîkî nîne. Lê ti pirsgirêkeke teknîkî di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vê mijarê nîne.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di axaftina xwe ya di panela "Hefteya Enerjiyê" ya ku li Moskowayê hat lidarxistin de diyar kir ku Iraq amade ye bi rêya bendera Ceyhanê petrolê hinarde bike.