Ji bo Leyla Zana cezayê girtîgehê hate xwestin
PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” îro li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ligel parêzerê xwe derkete pêşberî dadgehê.
Rûniştina çarem a doza ku derbarê Leyla Zanayê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 27emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rê ve çû ku Zana û parêzêrê xwe ji ser dadgeha Farqînê bi rêya SEGBÎSê beşdarî kirin.
Di rûniştina dozê de dozger ji ber 4 axaftinên wê yên xebatên hilbijartinan ên di navbera salên 2014 û 2015an de û 3 parvekirinên medyaya civakî xwest ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê bi cezayê girtîgehê were cezakirin û mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir.
Parêzerê Leyla Zana, Îbrahîm Çelîker jî li hemberî mutalayê û ji bo parastinê daxwaza dem kir û dadgehê doz ji bo 2yê Tîrmehê taloq kir.