Li Rojhilatê Kurdistanê xaleke hêzên Îranê rastî êrîşê hat

Li Rojhilatê Kurdistanê xaleke hêzên Îranê rastî êrîşê hat

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku xaleke sînorî ya hêzên Îranê li sînorê bajarê Banê, rastî êrîşa kesên nenaskirî hatiye û leşkerekî Îranê di wê êrîşê de hatiye kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmê karwana Cîgirê Fermandarê hêza Întizamî ya Îranê li parêzgeha Sînê jî hevdem ji aliyê hinek çekdarên nenaskirî ve rastî êrîşekê hatiye û tevî kuştina leşkerekî Îranê 2 jî birîndar bûne.

Heta niha ti alîyekî ew êrîş li xwe negirtine ku ew êrîş di demeke êrîşên pasdaran li ser kolberên Kurd zêde bûne pêk hatine.