Şanda Kurdistanê li Romayê bi payebilindên Îtalya re civiya

Şanda Kurdistanê li Romayê bi payebilindên Îtalya re civiya

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytexta Îtalya Romayê ye, bi Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê re civiya. Rayedarên îtalî piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge anîn ziman.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî pêk tê, îro 28ê Adarê bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê Edmondo Cirielli re hevdîtin pêk anîn.

Şanda Kurdistanê çend mijar bi wezîrên Îtalî re gotûbêj kir

Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî derbarê naveroka civînan de got: “Di civînên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du berpirsên Hikûmeta Îtalyayê de, behsa pêwendiyên serbazî û siyasî yên navbera Hewlêr û Romayê, piştevaniya Îtalyayê ji bo Wezareta Pêşmerge û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser biryarên dawî yên Dadgeha Federalî û çend pirsên din hat kirin”.

Akreyî da zanîn, “Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê amadehiya xwe ji bo alîkariya her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi merema çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera wan de bi rêya aştî û diyalogê tekez kir”.

‘Wê Îtalya her wek dostê Kurdan bimîne’

Bergeşt Akreyî got: “Guido Crosetto ji Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotiye, xelkê Îtalyayê gelek ji Herêma kurdistanê û xelkê wê hez dike. Em dê bi şiyanên xwe li ser piştevanîkirina we berdewam bin û em dê her wekî dostên gelê Kurd bimînin”.

Di berdewamê de Akreyî da xuyakirin, “Edmondo Cirielli ji şanda wan re ragihandiye, em bi parastina mafên pêkhatan û pêkvejiyana aştiyane ya ku di navbera pêkhat û neteweyên cuda cuda yên Herêma kurdistanê de heye gelek dilxweş in”.

Akreyî diyar kir,  “Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê di wê civînê de piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û got, bihêzî û îstiqrara Herêma Kurdistanê ji bo aramî û îstiqrara Iraqê û deverê jî gelek girîng e”.

Herwiha şanda Herêma Kurdistanê li Romayê li nav avahiya Civata Pîran, bi Lijneya Bergiriyê û Karûbarên Derve ya Civata Pîrên Îtalyayê re jî civiya.