Erdogan li Diyarbekirê axivî: Îradeya birayên min ê Kurd derxistine bazarê

Erdogan li Diyarbekirê axivî: Îradeya birayên min ê Kurd derxistine bazarê

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 27ê Adarê beriya hilbijartinên 31ê Adarê bi çar rojan serdana Diyarbekirê kir û li Meydana Îstasyonê beşdarî mîtinga AK Partiyê ya bangeşeya hilbijartinê bû,

Erdogan di axaftina xwe de, anî ziman ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên dixwest ji Diyarbekirê bo wan nehatine dayîn û got: "Di 21 salên dawî de ji bo demokrasiyê çi gav hatibe avêtin CHP li berê sekiniye û îro jî şerm nakin wekî hêvî CHPyê didin ber xwîşk û birayên me yên Kurd. Lê belê ji bîr kirine ku CHPyê gelek zilm li vî milletî kiriye. Ez bawer im ji bo wan kesên ku li Stenbolê çiqas endamên îdeolojiya marjînal hebin, anîn li serê birayên me yên Kurd kirin patron, rêya çûnê nemaye.”

Erdogan bal kişand ser ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne li gel her kesî rûnin û wiha axivî:

“Ez dixwazim bi eşkereyî bêjim, siyaset ji bo xizmeta milet û ji bo çareserkirina pirsgirêkên milet bi rêya diyaolgê tê kirin. Em dê bi her kesê ku mejiyê wî, hizra wî, wîjdanê wî azad re rûnin û biaxivin. Em ê bi her kesê ku xizmetkariya emperyalîzmê nakin re rûnin û biaxivin. Bi her kesê ku mesafe xistiye navbera xwe û her cûreya terorê re rûnin. Em ê bi her kesê ku li gel yekparçeyiya niştiman û welatê me ye û rêzê li serweriya me digirin re rûnin û biaixivin.”

Erdogan desnîşan kir, “Helbet em amade ne ku bi her kesî re li ser her tiştî biaxivin, lê belê deriyê me ji terorîstan û yên ku di bin rêberiya rêxistina terorê de siyasetê dikin re girtî ye.”

Erdogan diyar kir, “Yên ku îradeya xelkê Amedê wergirt û piştgirî da namzedê CHPyê yê ku niha ji siyasetê xanenişîn bûye, nediyar e di kîjan projeyê de ne? Îro dîsa li Stenbol, Mêrsînê û cihên din heman lîstikê dilîzin. Di bin navê rêkeftina bajaran de tifaqeke qirêj ava kirine.”

Erdogan rexne li DEM Partiyê jî girt û wiha pê de çû: “Dem Partiya ku tenê sermayeya wê dengên we ne, îradeya birayên min ên Kurd derxistiye bazarê. Eger hûn bala xwe bidinê, di vê bazariyê de ti hesabê qezenca siyasî nîne. Bi her awayî pirsgirêka kar û xizmetê nîne. Kesek tune ku bala xwe bide dengdêran bê ka çi difikire.”

Erdogan da zanîn, “Ji reformên ku me kirine re qîjeqîqê derdixin lê li ber daxuyaniyên rêvebirên CHPyê yên ku bêhna faşîzm, cudakarî û nijadperestiyê ji wan tê, dengê xwe bilind nakin. Birayên min ên Kurd îhmalkarî, heqaret û bêhurmetiyeke wiha heq nakin.”