Rûsya, bi biryara dadgeha Amerîkayê, dest danî ser hesabên banka Amerîkayê

Rûsya, bi biryara dadgeha Amerîkayê, dest danî ser hesabên banka Amerîkayê

PeyamaKurd – Dadgehê biryarê da ku Rûsya dest deyne ser hesabên banka Amerîkayê ya bi navê JP Morgan. Bi biryara dadgehê, heyiyên bankayê ketin bin destê Rûsyayê. Biryar ji doza banka dewletê ya Rûsyayê derket ku ji bo VTB karibe fonên xwe yên li derveyê welat bistîne, li dadgehê doz vekiribû.

Îdîa xwediyê dozê ew bû ku JP Morgan bi sedema veberhênanên li Rûsyayê dest danîbû ser fonên VTBê. Dadgeh biryarê da ku VTB mafdare û biryarê da ku Rûsya dest deyne ser heyiyên banka JP Morgan yên li Rûsyayê.

Malên ku Rûsya dikare dest deyne ser; hesabên mûxbîr yên JP Morganê yên li Rûsyayê û hesabên ku ji terefê dezgeyên girêdayê bankayê de yên hatine vekirin.

JP Morgan li dijî VTBê doz vekiribû ji bo karibe ji hesabê VTBê 439,5 milyon dolar pere paşde bistîne. Dadgeh di leha VTBê de biryarê da û destê Morganê girêda.

Li gor ravêjkarên siyasî û aborîzanên dinyayê; ev biryar gelek girînge ku Rûsya li hemberê givaşên Rojava û Amerîkayê, li Amerîkayê dikare dozekî di dadgehê de qezenc bike.