Hizbullah: Me bi dehan fuze avêtin baregeha Îsraîlê

Hizbullah: Me bi dehan fuze avêtin baregeha Îsraîlê

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê îro 7ê Gulanê ragihand ku wan şeva borî wek bersiva êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Bekaayê bi dehan fuze avêtine bargeheke Îsraîlê ya li devera Colanê.

Li gorî nûçeya Şarkul Ewset ku wek çavkanî Ajansa Netewî ya Lubnanê (NNA) nîşan daye, di êrîşa Îsraîlê ya ser Bekaayê de 3 kes birîndar bûne û Hizbullahê jî wekî bersiv bi dehan moşek avêtine baregeha Îsraîlê ya li devera Colanê.

Herwiha hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê jî bersiva moşekbarana Hizbullahê daye.