Polîsê Lubnanê penaberên Sûrî bi darê zorê diqewirîne
PeyamaKurd – Di demên dawî de zextên li ser penaberên ji Sûriyê yên li Lubnanê bicih bûne zêde bûne. Herî dawî polîsên Lubnanê ji penaberên Sûriyeyî xwest ku mal û kargehên xwe biterikînin û ji Lubnanê derkevin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Ewlehiya Giştî ya Lubnanê di çarçoveya pêkanîna biryarên hikumetê û Meclîsa Ewlehiyê de, ji penaberên sûriyeyî yên ku şert û mercên penaberiyê yan jî niştecihbûnê ji wan re ne derbasdar in, dest ji mal û cihên lê dixebitin berdin û derkevin.
Çend roj berê hin meclîsên şaredariyan ên Lubnanê bang kiribûn ku li karkerên biyanî qedexeya derketinê ji saet 8ê êvarê heta 6ê sibehê bê ferzkirin û penaberên ku şert û mercên penaberiyê ji wan re ne derbasdar bin, pêşwazî nekin.
Hêjayî gotinê ye, piştî kuştina rayedarê Partiya Quwat El Lubnaniye Paskal Silêman, fişar û êrîşên li ser sûriyeyiyan û daxwazin derxistina wan ji Lubnanê, zêde bûne.
SOHRê daye xuyakirin, ciwanên lubnanî li Beyrût û bajarê Cibêl heta derengiya şevê li ser rêyan kom dibin û êrîşî penaberan dikin. Li taxên Birc Hemûd, Neba, Dora û Sin El Fîl ên Beyrûtê û bajarê Cibêl li dijî penaberan û bazirganên sûriyeyî bûyerên tundiyê zêde bûne.