Hizbullah: Me karwaneke leşkerî ya Îsraîlê xiste kemînê

Hizbullah: Me karwaneke leşkerî ya Îsraîlê xiste kemînê

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva Pêncşemê, hêzên wan li nêzîkî Ruwaysat al-Alam a li girên Kefer Şubayê karwaneke leşkerî ya Israîlê xistine kemînê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çekdarên Hizbullahê li nêzîkî Ruweysat El-Alamê kemîneke tevlîhev a bi mûşek, top û roketan li dijî karwaneke Îsraîlê danîne.

Di daxuyanîya Hizbullahê de hate angaştin ku di encama kemînê de 2 zerîpoşên zirxî yên Îsraîlê hatine têkşikandin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Karwana leşkerî ya Îsraîlê bi mûşekên rênîşander, top û roketan hate lêdan û di encamê de 2 zerîpoşên zirxî yên ji karwanê hatin têkşikandin.”

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de angaşt ku di dema hêrişa hêzên wan de, hêzên konvoya Îsraîlê hewl daye ku perdeyek dûmanê çêbike da ku windahiyên xwe paşve bikişîne.

Di derbarê hejmara wihadahiyan a her du aliyan de ti daxuyanî nehatin dayîn.