Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Em nikarin alîkariyên mirovî bigihînin Xezzeyê

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Em nikarin alîkariyên mirovî bigihînin Xezzeyê

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric ragihand, piştî ku deriyên sînorî yên Refah û Kerem Ebû Selîm hatin girtin, ew nikarin alîkariyên mirovî bigihînin Xezzeyê.

Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de ji rojnamevanan re axivî û agahiyên ku ji rayedarên Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) yên li qadê girtine ragihand û diyar kir ku bi deh hezaran kes bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne bi fermana artêşa Îsraîlê."

Dujarric bal kişand ku di 7 mehen dawin da gelen navbori gelek caran ji cih ü waren xwe bün ü wiha axivi: "Divê hewcedariyên bingehîn ên sivîlên li Xezzeyê bên bicihanîn."

Dujarric destnîşan kir ku ji bo kesên dixwazin ji Xezzeyê derkevin divê dem têra xwe, rêyeke ewle û cihekî dawî ya ewledar bê dayîn, Dujarric bi bîr xist ku deriyên sînor ên Refah û Kerem Ebû Selîm hatine girtin û ev hişyarî da:

"Ev tê wê wateyê ku em nikarin alîkariyên mirovî bigihînin hundir. Di heman demê de keresteyên xwarinê yên ku divê em bidin zêdetirî 3 hezar zarokên ku bi kêmxwariniya giran re têdikoşin jî bi dest naxin. Di heman demê de sotemenî tune."

Dujarric diyar kir ku li gorî anketa herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) "700 hezar jin û keç li Xezzeyê hene" û yek ji wan cihê ku biçe tune ye.

Dujarric diyar kir ku ji sedî 93ê jin û keçan di mal û stargehên xwe de xwe ewle nabînin û got ku ji sedî 80ê jinan depresyonê ne.